Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê Geir Pedersen got ku divê aloziya di navbera HSD û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê de bi rêyên siyasî bên çareserkirin.
Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Geir Pedersen li ser şer û pevçûnên di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya nêzikî Tirkiyeyê de ji Reutersê re axivî.
Pedersen got, "Eger rewşa bakurrojhilat bi rêk û pêk neyê birêvebirin, dibe ku ev yek ji bo tevahiya Sûriyeyê bibe nîşaneke pir xerab.
Eger em li vir bisernekevin, wê encamên dramatîk derkevin holê dema ku behsa jicîhûwarkirinên nû tê kirin."
Pedersen got ku çareseriyeke siyasî "dê tavîzên cidî hewce bike" û divê bibe beşek ji "qonaxa veguhêz" ya ku desthilatdarên nû yên Sûriyeyê yên li Şamê serkêşiya wê dikin.
Her wiha Pedersen behsa hevdîtinên xwe yên hefteya borî yên bi serokê HTŞyê Mihemed El-Colanî re yên li Şamê jî kir.
Geir Pedersen got ku Colani ji wî re got ku "ew pabendî rêkeftinên veguhêz in ku dê her kesî li xwe bigirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse