Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê “cîhada” li dijî Îsraîlê “ferz” kir.
Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê li ser êrişên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û binpêkirina agirbestê fetwayek belav kir.
Yekîtiyê ragihand ku “cîhada çekdarî” ya li dijî Îsraîlê li hemû Misilmanan “ferz” e.
Di fetwayê de her wiha banga avakirina “hevpeymaniyeke leşkerî ya Îslamî” ya bilez jî hat kirin.
Komîteya Fetwayê ya Yekîtiya Alimên Misilman ên Cîhanê di daxuyaniya xwe de got:
“Cîhada çekdarî ya li dijî hêza dagirker a li Filistînê ji Misilmanî re ferz e.”
Di fetwayê de hat diyarkirin ku divê welatên Erebî û Îslamî demildest midaxeleya leşkerî bikin û divê Îsraîl “ji bejahî, behr û hewayê ve were dorpêçkirin.”
Fetwayê bal kişand ser girîngiya “dabînkirina piştgiriya leşkerî, darayî û hiqûqî ji bo berxwedanê” û hat diyarkirin ku avakirina “hevpeymaniyeke leşkerî ya Îslamî” ya bilez ji bo “parastina umetê û bipaşdebirina êrişkeran ferz e”.
Hat destnîşankirin ku asayîkirina têkiliyan a bi Îsraîlê re li dijî Şerîetê ye û dayîna petrol an jî gazê ya Îsraîlê qedexe ye.
Pêşniyara ku divê hinek welatên Erebî peymanên aştiyê yên ku bi Îsraîlê re îmze kirine ji nû ve binirxînin jî di fetwayê de cih girt.
Fetwayê her wiha “cîhada darayî” ji bo piştgiriya “berxwedana li Xezeyê” û vekirina rêyên ber bi Xezeyê ve jî ferz kir.
Bangî diyasporaya Misilmanan a li Amerîkayê jî hat kirin ku li Serokê Amerîkayê Donald Trump zextê bikin ku soza xwe ya “rawestandina êrişan û anîna aştiyê” bi cih bîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse