UKRAYNA - Paşeroja agirbestê di bin gefên bombebaranên Rûsyayê de ye

Duh li 01:26
Dilniya Rehman
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman û wêraniya li Ukraynayê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nûçegihana Rûdawê Dilniya Rehman û wêraniya li Ukraynayê /Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Ukrayna Rûsya Şer Agirbest Donald Trump Vladimir Putin
A+ A-

Kostyantynivka (Rûdaw) - Donald Trump û Vladimir Putin ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê agirbestê gotubêj dikin, li aliyê din jî bombe bi serê Ukrayniyan de dibarin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin doh ji bo agirbestê bi telefonê axivîn.

Donald Trump û Vladimir Putin di axaftina xwe ya telefonî de li ser pêwendiyên her du welatan û pêkanîna aştiyeke mayînde û agirbesta li Ukraynayê axivîn.

Li aliyê din mûşek û bombe bi serê Ukrayniyan de bariyan.

Li bajarê Kostyantynivkayê yê herêma Donetskê ya Ukraynayê dema jin û zilamek di odeya xwe de li benda agirbestê bûn ji nişka ve mûşekeke Rûsyayê li mala wan ket û ji xeynî giyanê xwe, tiştekî din ji wan re nema û keda wan a 30 salî bû xwelî.

"Eger Trump xwediyê gotina xwe be divê agirbest bi ser bikeve"

Niştecihê bajarê Kostyantynivkayê Viktor Silin, ji Nûçegihana Rûdawê ji Dilniya Rehmanê re got:

"Ez dibêjim eger Trump mirovekî xwediyê xwe ya gotina rast be, divê agirbest bi ser bikeve.

Gelek kes pêşniyar dikin lê ev nayê wê wateyê ku dikarin pêk bînin. Li rewşa me binêrin!"

Ji ber bombebaranên li ser herêma Donetskê ya li rojhilatê Ukraynayê, 18 xaniyan ziyan dît.

Welatiyan piştî bombebaranê, zû dest bi nûjenkirina xaniyên xwe kir, ji ber ku wekî ku ew dibêjin, ti cihê wan nîne ku pê de biçin.

"Ez dixwazim bawer bikim ku şer bi dawî bibe"

Alexandr Belogorodko, niştecihekî din ê Kostantinîvkayê ye û got, "Kes nizane dê rewş çi lê bê, lê xelk westiyaye ji vî şerî.

Ez îro nizanim rewş dê çawa be lê ez dixwazim bawer bikim ku dê bi dawî bê, ev jî dijwar e, ji ber ku kesek nîne ku biryara dawî bide."

"Ev ax nifir lê hatiye kirin"

Jineke din a ji Kostyantynivkayê ku nexwest nav û rûyê wê were eşkerekirin, bi hêrs got:

"Ev ax nifir lê hatiye kirin, ew tinazê xwe bi Donbasê dikin di demekê de ku ev der dewlemend bû.

20 kompanya lê hebûn, 108 hezar kes li vê herêmê kar dikirin lê niha em di nava dojehê de ne."

Li piraniya bajarên rojhilatê Ukraynayê, piştî saet 20:00î qedexeya hat û çûnê heye û piraniya gundên herêmê hatine valakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst