Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ragihand ku ew ji pêşniyara rawestandina şer û pevçûnan razî ne, “Lê divê bibe sedema berdewamiya aştiyê û nehiştina sedemên bingehîn ên vê qeyranê.”
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin spasiya Serokê Amerîkayê Donald Trump kir ku hewl dide şer rawestîne.
Putin derbarê pêşniyara agirbestê got:
“Hişmendiyeke temam e û bêguman em piştgiriyê dikin lê çend mijar hene ku divê em behsa wan bikin, ez bawer dikim divê em bi hevkarên xwe yên Amerîkî re jî biaxivin.”
Serokê Rûsyayê da zanîn, dibe ku ew ji bo vê mijarê telefonî Trump bike û anî ziman:
“Em piştgiriya rawestandina şer bi rêya aştiyê dikin.
Em ji pêşniyara rawestandina şer û pevçûnan razî ne lê divê bibe sedema berdewamiya aştiyê û nehiştina sedemên bingehîn ên vê qeyranê.”
Donald Trump piştî axaftina Serokê Rûsyayê ragihand ku ew amade ye bi Putin re biaxive.
Sibata 2022yan Putin bi dehan hezar leşker şandin Ukraynayê, ji dema ku Şerê Sar bi dawî bûye ve ev jî bû destpêka şerê di navbera Rûsya û Rojavayê de.
Rûsyayê beşeke axa Ukraynayê dagir kir û Donald Trump jî di hilbijartinên 2024an de soz dabû ku dê şer rawestîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse