Li Nîjeryayê 51 kes hatin kuştin

15-04-2025
Nîşan Nîjerya Êriş Kuştî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di êrişên bi çekan ên li eyaleta Plateauyê ya li naverasta Nîjeryayê de 51 kes hatin kuştin.

Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ciwanên Herêma Îrigweyê Danjuma Dickson Auta, di daxuyaniyeke xwe de got ku êriş ji aliyê kesên çekdar ên ku hîn nasnameya wan nehatiye diyarkirin ve di saetên şevê de li herêmên cîran ên Zike û Kimakpayê yên girêdayî eyaleta Plateauyê hatine kirin û lê zêde kir:

"Piştî êrişê termên 47 kesan hatin dîtin û hejmar bi berdewamî zêde dibe. Her wiha gelek kes birîndar bûne."

Auta diyar kir, asta tundiyê nîşan dide ku êrişeke "baş plankirî û bihevahengî" li dijî civakê pêk hatiye û wan li ser êrişê agahî dane hêzên ewlehiyê.

Serokê Herêma Zikeyê Wakili Tongwe jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku hejmara kuştiyan gihiştiye 51ê û gelek kes jî birîndar bûne.

Tongwe amaje pê kir ku ji bo kuştiyan merasîmên binaxkirina bikom hatine lidarxistin.

Wî daxuyand ku gelek xanî hatine şewitandin û berhemên xwarinê yên şêniyên herêmê hatine dizîn.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûya Navneteweyî de êriş hatin şermezarkirin û bang li hikûmeta eyaletê hat kirin ku li ser van êrişên trajîk lêkolînan bike.

Divê were gotin ku carinan li eyaleta Plateauyê êrişên çekdarî tên kirin.

Di êrişên ku 4ê Nîsanê ji aliyê kesên çekdar ve li herêma Bokkosê ya eyaletê hatibûn kirin de 10 kes miribûn.

Du hefteyên dawî di êrişên çekdarî yên li eyaletê de herî kêm 50 kes hatibûn kuştin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst