Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Trump, Steve Witkoff li ser dan û standinên bi Îranê re got, "Divê Îran bernameya xwe ya bipêşxistina nukleerî û biçekkirinê rawestîne û ji holê rake."
Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff derbarê muzakereyên rasterast ên bi Îranê re li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek da.
"Lihevkirineke bi Îranê re tenê eger peymaneke Trump be temam dibe"
Steve Witkoff di daxuyaniyê de got, "Lihevkirineke bi Îranê re tenê eger peymaneke Trump be temam dibe.
Her rêkeftineke dawî divê çarçoveyekê ji bo aştî, aramî û geşepêdanê li Rojhilata Navîn deyne, yanî divê Îran bernameya xwe ya bipêşxistina nukleerî û çekdarkirinê rawestîne û ji holê rake."
Li ser îhtîmala peyamneklê jî Witkoff wiha got, "Ji bo cîhanê hewcedariyek e ku em peymaneke tund û adil a ku dê berdewam bike, çêbikin û tişta ku Serok Trump ji min xwestiye ku ez bikim ev e."
Li aliyê din, Witkoff di hevpeyvîneke xwe ya bi Fox Newsê re de gotibû "Trump dixwaze wekî peymana nukleere ya kevin a bi Îrane re bipêşxistina ûranyûma Îrane bi qasî ji sedi 3,67 sînordar bike."
Daxuyaniya Witkoff wekî ku "Amerîka çaverê nake Îran bernameya xwe ya nukleerî biqedîne" hatibû şîrovekirin.
Muzakereyên bi Îranê re
Serokê Amerîkayê Trump, di daxuyaniya xwe ya 30ê Adarê de hişyarî dabû ku eger Îran dev ji bernameya xwe ya hilberîna çekên nukleerî bernede, ew dikarin wê "bi awayekî ku wan heta niha nedîtî bombebaran bikin."
Trump sala 2018an Amerîka ji peymanê nukleerî bi awayekî yekalî vekişandibû.
Meha borî hat ragihandin ku birêvebiriya Trump nameyekê ji Rêberê Îranê Elî Xamineyî re şandibû û tê de daxwaza danûstandinên rasterast ên nukleerî kiriye, piştî vê têkiliyê danûstandinên nerasterast li Umanê dest pê kirine. Tê payîn ku alî dê 19ê Nîsanê dîsa bicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse