NY: Divê mafên pêkhateyan di destûra Sûriyeyê de bên parastin

18-03-2025
Sinan Tunçdemir
Nîşan Christina Markus Farhan Haq NY Sûriye Kurd Destûra Bingehîn
A+ A-

New York (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî got ku divê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de mafên hemû pêkhateyan bên parastin.

Piştî bertekên pêkhateyên Sûriyeyê derbarê destûra bingehîn a nû û veguhêz, bertekek jî ji Neteweyên Yekbûyî hat.

Neteweyên Yekbûyî (NY) him derbarê destûra bingehîn û him jî parastin û ewlehiya pêkhateyan peyameke zelal ji birêvebiriya demkî ya Sûriyeyê şand.

Him Konseya Ewlehiyê û him jî Sekreterê Giştî yê NYyê bi şêweyeke zelal got ku hêviyên wan li Sûriyeyê ji destûra bingehîn ev e ku divê Sûriyeyeke nû ji bo parastin û ewlehiya hemû pêkhateyan be.

Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Christina Markusê tekez kir ku divê her kes di pêvajoya veguhêz a Sûriyeyê de cîh bigire.

Her wiha Christina Markusê êriş û komkujiyên li berava Sûriyeyê yên hemberî Elewiyan jî şermezar kirin.

Seroka Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî Christina Markus û Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin.

Rûdaw: Li Sûriyeyê destûreke nû ya veguhêz hate çêkirin û pêkhateyên Sûriyeyî li gorî vê destûra nû xwe ewle nabînin. Hûn destûra nû ji bo pêkhateyan çawa dinirxînin?

Christina Markus: Ez bawer nakim ku heta niha derfeta me hebû ku em bi rastî lê binêrin, lê ez difikirim ku divê hûn daxuyaniya Konseya Ewlehiyê ya roja înê ya borî binêrin. Ew pir bi hêz û bi zimanekî zelal bû li ser pêwîstiya tevlîbûna her kesî di pêvajoya veguhêz de li Sûriyeyê.

Ji ber vê yekê ye ku Konseya Ewlehiyê jixwe ev hêvî dikir ku ew peyama gelek zelal şand. Her wiha bûyerên hovane yên ku êrişên li beravê pêk hatin jî şermezar kir li tevahiya deverê dê berî 10 rojan pêk hatibû û ji ber vê yekê ez wisa difikirim ku ev yek pir zelal e.

"Divê hemû civakên Sûriyeyê xwe tê de hîs bikin"

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser fikarên kêmneteweyan ên li Sûriyeyê yên derbarê destûrê got ku ew dixwazin civakeke Sûriyeyê ava bibe ku tê de hemû civakên Sûriyeyê bi awayekî rast tê de xwe hîs bikin.

Rûdaw: Spas Farhan, pirsek min li ser Sûriyeyê heye. Kurd, Durzî, Xiristiyan û hin pêkhateyên din, destûra ya ku hate ragihandin ji aliyê hikûmeta veguhêz ve red kirin. Gelo Sekreterê Giştî li ser wan redkirinan çi difikire û rexneyên wî li ser destûra nû ya veguhêz heye?

Farhan Haq: Ev pêvajoyeke ku ber bi pêş ve diçe, û em dixwazin piştrast bikin ku dema ku Destûra Bingehîn bi pêşve diçe bi şêweyeke berfireh were bipêşxistin û xemên hemû civakên Sûriyeyê li ber çavan bigire. Di dawiyê de, em dixwazin civakeke Sûriyeyê ava bibe ku tê de hemû civakên Sûriyeyê bi awayekî rast tê de xwe hîs bikin.

Rûdaw: Pêkhateyên Sûriyeyî dibêjin di vê destûra nû de têra wan parastin tune. Di mijara parastina kêmneteweyan de gelo Sekreterê Giştî çi peyam dide wan?

Farhan Haq: Parastina hindikayiyan mijarek girîng e di nav her civakekî de û me di danûstandinên xwe de yên bi desthilatdarên veguhêz ên li Sûriyeyê re ev yek destnîşan kir, teqez li ser pêwîstiya tevlêbûna pêkhateyan heye.

Destûra bingehîn a Sûriyeyê hê jî ji sedî sed nehatiye temam kirin ji ber ku wekî destûreke veguhêz tê dîtin.

Lê Neteweyên Yekbûyî hêvî dike ku mafên pêkhateyan di destûrê de were parastin.

Her wiha piştî bertekên ji aliyê pêkhateyan ên derbarê destûra bingehîn a nû, birêveberiya demkî hê jî bersivek nedaye.

Lê belê hefteya bê li Neteweyên Yekbûyî civîneke taybet dê li ser Sûriyeyê were lidarxistin û ev mijar bêguman dê carek din were rojevê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst