Farhan Haq: Em dixwazin li Sûriyeyê hemû alî xwe ji axaftinên nealîkar dûr bixin

24-01-2025
Sinan Tunçdemir
Farhan Haq û Sînan Tunçdemîr  / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Farhan Haq û Sînan Tunçdemîr / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Farhan Haq Neteweyên Yekbûyî Kurd Sûriye
A+ A-

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser rewşa Sûriyeyê got, “Em dixwazin ku hemû alî xwe ji axaftinên nealîkar dûr bixin.”

Farhan Haq da zanîn ku ew dixwazin hemû Sûriyeyî û hêzên wan li hev bicivin.

Farhan Haq amaje pê kir ku divê gelê Sûriyeyê biryarê li ser sîstema xwe birêvebiriyê bide û ew jî ji bo destnîşankirina sîstema herî baş bi partiyan re pêwendiyê datînin.

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên Nûçegahinê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandin:

Rûdaw: Spas Farhan. Wezîrê parastinê yê nû yê Sûriyeyê dibêje, Şam ji bo danûstandinên bi HSDyê re yên li ser entegrasyona nav Artêşa Neteweyî vekirî ye lê amade ye ku hêzên leşkerî jî bi kar bîne eger danûstandin bi ser nekevin. Berteka Sekreterê Giştî li hember vê gotinê çi ye?

Farhan Haq: Em dixwazin ku hemû alî xwe ji axaftinên nealîkar dûr bixin, di dema ku em di wê baweriyê de ne ku divê welat û hêzên li welat li hev bicivin.

Rûdaw: Sekreterê Giştî her tim dibêje divê Sûriyeyî li ser paşerojê xwe bi xwe biryarê bidin dema ku mijar tê ser sîstema dewletê. Lê ez bawer im ku nêrîna wî jî heye li ser sîstemeke îdeal ji bo Sûrîyeyê. Wekî mînak Durzî, Elewî û Kurd sîstemeke federal dixwazin. Lê em dizanin hikûmeta veguhêz li dijî vê yekê ye. Gelo Sekreterê Giştî li ser vê yekê çi difikire ku dê ji bo paşeroja Sûriyeyê bibe sîstemeke îdeal?

Farhan Haq: Em dixwazin ku hemû partî di van meselan de bi xwe lihevkirinê bikin. Em dê ti çareseriyê ji bo wan wekî pêvîstî nekin. Em ne bi vî rengî dixebitin.

Nûnerê me, Geir Pederson, bi partiyan re di nav têkiliyê de ye û ew dê hewl bide ku ji nîqaşên xwe yên bi wan re fêr bibe ka kîjan sîstem herî baş e. Wekî çareseriyeke ku di nava hemû aliyan de were qebûlkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst