Ji bo reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîte hat avakirin, dîsa Kurd nînin

02-03-2025
Nîşan Sûriye Destûr Komîte Reşnivîs Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer ji bo amadekirina reşnivîsa destûra Sûriyeyê komîteyek ava kir lê di nava komîteyê de qet Kurd nînin.

Ehmed Şer bi biryareke sekokomariyê ji bo amadekirin reşnivîsa destûrê “komîteyeke pispor” ava kir ku ji 7 kesan pêk tê.

Komîte ji bo "reşnivîsa daxuyaniya destûrê ya ji bo qonaxa derbasbûnê" hatiye amadekirin.

Kurd li Sûriyeyê neteweya herî mezin a duyem in lê di nava van 7 kesan de qet Kurd nînin.

Li gorî xala yekem a biryarê ku îro hatiye derxistin ev kes di komîteyê de cih digirin:

- Ebdulhemîd El-Ewak

- Yasîn El-Huwêş

- Îsmaîl El-Xelfan

- Reyan Kihêlan

- Mihemed Riza Celxî

- Ehmed Qurba

- Behiye Mardînî

Li gorî xala duyem, "Komîte dê erkê amadekirina reşnivîsa daxuyaniya destûrî ya qonaxa derbasbûnê ya Komara Erebî ya Sûriyeyê bîne cih."

Di xala sêyem de jî hatiye diyarkirin ku komîte dê “pêşniyarên xwe radestî Serokkomar bike."

Divê were gotin ku Komîteya Amadekar a Kongreya Diyaloga Niştimanî ya Sûriyeyê jî beyî hebûna Kurdan hatibû avakirin.

Komîteya 11ê Sibata 2025an bi biryara Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hatibû avakirin.

Di wê komîteya ku Kurd û pêkhateyên din cih nagirin de 5 mêr û 2 jin hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst