Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karên Navxwe yê Almanyayê mijara koçberan guftûgo kir

14-02-2025
RÛDAW
Hans Georg Engelke û Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Hans Georg Engelke û Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Nêçîrvan Barzanî Almanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Dewletê yê Karên Navxwe yê Almanyayê mijara koçberan guftûgo kir.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Wezîrê Dewletê yê Karên Navxwe yê Almanyayê Hans Georg Engelke re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê ragihand ku her du aliyan tekezî li ser hevkariya hevbeş kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de got:

“Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya çalakiyên xwe yên li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de îro bi Wezîrê Dewletê yê Karên Navxwe yê Almanyayê Hans Georg Engelke re civiya.

Wan behsa hevkariya ewlehiyê ya Almanyayê li gel Îraq û Herêma Kurdistanê kir.”

Hat ragihandin ku her du aliyan derbarê mijarên koçberî, koçberiya neyasayî û têkoşîna li dijî sûcan tekezî li ser bihêzkirina hevkariyê bi aliyên pêwendîdar ên Îraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Her wiha aliyan behsa pêwendiyên Hewlêr-Bexda û rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê jî kirin.

Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî êrişa terorîstî ya li Munîhê şermezar kir û hevsoziya xwe ji bo gel û dewleta Almanyayê û malbatên qurbaniyan anî ziman.

Di êrişa ku bi otomobîlekê hat kirin de çend welatî birîndar bûbûn.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand:

“Di çarçoveya sê rojên konferansê de, Serok Nêçîrvan Barzanî dê bi çend serok û berpirsên payebilind ên beşdarên konferansê re bicive û derbarê pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li gel welatan û pêşhatên dawî yên herêmê gengeşe bike û fikr û ramanan parve bike.”

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst