Felah Mistefa: Serokê Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Almanyayê dê rewşa siyasî û aboriyê gotûbêj bikin

26-06-2023
RÛDAW
Nîşan Felah Mistefa Nêçîrvan Barzanî Almanya Olaf Scholz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand ku di civînên Nêçîrvan Barzanî yên li Almanyayê de behsa rewşa Şingalê, jîngeh, veberhênan, aborî, penaber û civakan hatiye kirin. Herwiha Mistefa diyar kir ku di beşeke hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê û Şêwirmenda Almanyayê de, dê mijarên siyasî, aborî û mirovî bên gotûbêjkirin.

Şêwirmendê Bilind ê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa îro Duşemê ji Rûdawê re serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Almanyayê nirxand û got ku serdana Serokê Herêma Kurdistanê girîng e ji ber ku Almanya di cîhanê de welatekî girîng û mezin e.

Felah Mistefa dibêje "Ev serdan piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ya Almanyayê pêk tê, piştî hejmarek lihevkirin û têgihîştinên ku hatine çêkirin, çarçoveyeke hevkariya di navbera Almanya û Iraqê de heye; Herêma Kurdistanê jî dikare sûdê jê werbigire."

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa amaje bi civînên Nêçîrvan Barzanî yên bi berpirsên Almayayê kir û got ku di civînan de mijarên aramî, jîngeh, veberhênan, aborî, penaber û civakên Iraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe li gel Almanyayê kûrtir bike û dixwaze ku zêdetir kompaniyên Almanî li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Herwiha Mistefa dibêje Herêma Kurdistanê dixwaze peywendiyên xwe li gel Almanyayê kûrtir bike û dixwaze ku zêdetir kompaniyên Almanî li Herêma Kurdistanê kar bikin.

Felah Mistefa got ku Herêma Kurdistanê daxwaz ji berpirsên Almanyayê kiriye ku alîkariya Herêma Kurdistanê bikin di warên perwerdekirina pîşeyî, peydakirina kar û kêmkirina bêkariyê, kêmkirina bandora guherîna keşûhewayê û çend mijarên din ên ku Almanya tê de ezmûn heye.

Di hevdîtinên Serokê Herêma Kurdistanê de peywendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de hate gotûbêjkirin;  Felah Mistefa dibêje, Almanya dixwaze peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bi berdewamî ber bi pêş ve biçin.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê got da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê spasiya gel, hikûmet û parlamentoya Almanyayê kir ji bo ku alîkariyên mirovî pêşkêşî koçberên li Herêma Kurdistanê kirine. Herwiha spasiya Almaniyayê kir ji bo piştgiriya wê ya siyasî û leşkerî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Mijareke din a ku di hevdîtina li gel rayedarên Elman de hate nîqaşkirin, rewşa Şengalê bû; Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê got “Mijara penaberan hat gotûbêjkirin; rewşa Şengalê û Êzidiyan hatin gotûbêjkirin; Êzidî hemû alîkarî û piştgiriyê heq dikin. Ji bo hêsankirina vegera xelkê bo warê xwe û vegerandina xizmetguzariyan ji bo Şingalê, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê girîng e.”

Biryar e îro danê êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz bicive. Di derbarl naveroka hevdîtina bi Olaf Scholz re Felah Mistefa got "Mijarên sereke yên civînê dê pêwendiyên Almanyaya Federal bi Herêma Kurdistanê û Iraqê re, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên dualî û çawaniya pêşxistina wan û herwiha geşedanên herêmî bi giştî yên siyasî, aborî, civakî û mirovî bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst