Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Kuweytê civiyan

14-02-2025
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) Nêçîrvan Barzanî Kuweyt
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Kuweytê li Munîhê civiyan û wan tekezî li ser berfirehkirina hevkariyê û parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê kirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îro dest pê kir û Serokê Herêma Kurdistanê jî yek ji beşdaran e.

Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya konferansê de bi Serokwezîrê Kuweytê Şêx Ehmed Ebdullah El Ehmed El Sebah re rûnişt.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Serokatiyê diyar kir ku di civînê de, Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ehmed Ebdullah El Ehmed El Sebah pêwendiyên Kuweytê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navxwe ya Îraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê, rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên herêmê gotûbêj kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku her du aliyan pesnê pêwendiyên dîrokî yên Kuweyt û Herêma Kurdistanê dan û tekezî li ser berfirehkirina hevkariya di hemû waran de kir.

Her wiha her du alî li ser girîngiya parastina aramî û dûrxistina welatên herêmê ji pirsgirêk û aloziyan hevnêrîn bûn.

Li ser rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî her du aliyan tekezî li ser girîngiya aramî û parastina mafên hemû pêkhateyan kir.

Nêçîrvan Barzanî û Şêx Ehmed Ebdullah El Ehmed El Sebah her wiha berdewamiya têkoşîna li dijî teror, metirsî û gefa DAIŞê anî ziman.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.

Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mazûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.

MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.

Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.

Konferans di nêzîkkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst