Serokkomarê Bulgaristanê: Kurdistan di aramiya herêmê de xwedî roleke bibandor e

15-02-2025
RÛDAW
Nîşan Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê Nêçîrvan Barzanî Rumen Radev Bulgaristan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev rola Herêma Kurdistanê ya di aramiya Îraq û herêmê de bilind nirxand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de îro bi Serokkomarê Bulgaristanê Rumen Radev re civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de pêwendiyên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê û Bulgaristanê, xurtkirina hevkariya aborî û mijarên siyasî û ewlehiyê yên Îraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.

Nêçîrvan Barzanî, xwest ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên bi Bulgaristanê re bên bipêşxistin û bal kişand ser rola girîng a Bulgaristanê ya di têkoşîna li dijî terorê û vekirina qadên nû yên hevkariyê de.

Serokkomarê Bulgaristanê Radev jî, biryardariya Bulgaristanê ya ji bo xurtkirina pêwendiyan ên bi Herêma Kurdistanê re anî zimên.

Radev her wiha, girîngiya hevkariyê ya di warên ewlehî û aborî de anî zimên û rola karîger a Herêma Kurdistanê ya di aramkirina Îraq û herêmê de bilind nirxand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst