Tirkiye û Brîtanyayê li ser qaçaxçiyan li hev kiribû: Di peymana wan de çi heye?

12-08-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Tirkiye Brîtanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiye û Brîtanyayê ji bo rêgirtina li ber koçberên neyasayî peymanek îmze kir.

Li gorî vê peymanê, hêzên îstîxbarat û ewlehiyê yên Brîtanyayê dê bi Tirkiyeyê re li dijî şebekeyên qaçaxçîtiya mirovan têbikoşin.

Hikûmeta Brîtanyayê ragihand ku di navbera her du welatan de ji bo pêşîgirtina li koçberiya neyasayî ya bi rêya Tirkiyeyê peymanek hatiye îmzekirin.

Wezîrê Koçê yê Brîtanyayê Robert Jenrick diyar kir ku li gorî vê peymanê, dê "ji bo eşkerekirina şebekeyên qaçaxçiyan ên ku koçberan ji Tirkiyeyê derbasî Ewropayê û ji wir jî derbasî Brîtanyayê dikin", di nava rêveberiya ewlehiyê ya Tirkiyeyê de navendeke nû bê avakirin.

Robert Jenrick diyar kir ku dê di vê navendê de endamên Daîreya Pêşîgirtina Tawanan û Wezareta Karên Navxwe hebin.

Robert Jenrick nexwest ku bêje bê dê London di çarçoveya peymanê de çiqas pere bide Tirkiyeyê.

Brîtanya di wê baweriyê de ye ku bi navê bazirganiyê, koçber bi qaçaxî ji Tirkiyeyê bi belemên biçûk û barhilgiran ber bi welatên Ewropayê û Fransa ve diçin û ji wir jî derbasî Brîtanyayê dibin.

“Em û Tirkiye dê li ser vê pirsgirêka navneteweyî bi hev re bixebitin”

Robert Jenrick ji çapemeniya Brîtanyayê re got, “Ev ne tenê li ser pereyan e. Bi giranî li ser îstîxbarat û parvekirina agahiyan e.”

Wezîra Karên Navxwe ya Brîtanyayê Suella Braverman jî got, “Dê di hevkariya me de hêzên me û Tirkiyeyê li ser vê pirsgirêka navneteweyî bi hev re bixebitin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst