Li ber koçberên li Tirkiyeyê niha du rêyên metirsîdar mane

12-11-2023
RÛDAW
Koçberên ku tên dersînorkirin / Wêne: Arşîv
Koçberên ku tên dersînorkirin / Wêne: Arşîv
Nîşan Tirkiye Koçber Dersînorkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di vê dema dawî de dersînorkirina koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Tirkiyeyê gelekî zêde bûye.

Tenê di 5 mehan de 45 hezar koçber hatine dersînorkirin.

Xelkê Tirkiyeyê êdî wekî berê bi germî nêzîkî koçberan nabe.

Li gorî amarên Rêveberiya Koçberan a wî welatî, ji hezîranê heta çiriya pêşînê li Tirkiyeyê ji 45 hezarî zêdetir koçber hatine dersînorkirin.

Piraniya wan xelkê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne.

Koçber neçar bûne berê xwe bidin rêyên metirsîdar

Dersînorkirina koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, ew neçar kirine ku berê xwe bidin du rêyên herî metirsîdar.

Yan vegerin ji bo welatekî wêran yan jî rêya mirinê hilbijêrin û di rêyên herî metersîdar re ber bi welatên Ewropayê ve biçin.

Nûnerê Komeleya Panaberên ji Ewropayê Vegeriyayî Peşrew Ebdula diyar kir ku niha beşeke mezin ji Kurdên Rojavayê Kurdistanê ji tirsa dersînorkirinê berê xwe didin grava Rodosê ya Yûnanistanê.

Di mehekê de 700 koçberên Kurd çûn Rodosê

Tenê di dema mehekê de zêdetirî 700 koçberên Rojavayê Kurdistanê gihiştine wê grava Yûnanistanê.

Nêzîkî 3 mîlyon û 500 hezar koçberên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li Tirkiyeyê hene.

Niha Hikumeta Tirkiyeyê dixwaze wan dersînorî Sûriyeyê bike û li navçeyên di bin desthilata mixalefeta Sûriyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê û Bakûrê Sûriyeyê bi cih bike.

Heya niha nêzîkî milyonek Sûriyeyî vegeriyane welatê xwe.

Koçber bi zorê tên dersînorkirin

Tirkiye jî dibêje ew li ser xwesteke xwe vegeriyane lê hin rêxistinên mafên mirovan dibêjin ew tên dersînorkirin.

Wekî tê zanîn rêya deryayê ji bo koçberan metirsîdar e lê bi taybetî di werzê zivstanê de, ji ber ba û bahozê metirsiya wê du qat dibe.

Li gorî Ajansa Ewropî ya Çavdêriya sSnor û Peravan di 8 mehên destpêkê yên îsal de, 232 hezar koçber gihştine welatên Ewropayê ku piraniya wan welatiyên Sûriyeyê ne.

Koçber naxwazin vegerin Sûriyeyê

Li gel hemû astengiyan beşeke welatiyên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê naxwazin vegerin herêmên xwe.

Ew rêya mirinê ya ber bi koçberiyê baştir ji vegerandineke bi zorê dibînin ji be ku ew li welatê xwe ti hêviya çareseriyeke siyasî nabînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst