Belemek bin av bû: 5 koçber xeniqîn

23-04-2024
RÛDAW
Nîşan Belem Koçber Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Belemeke koçberan dema derbasî Brîtanyayê dibû bin av bû û 5 kes xeniqîn.

Medyaya Brîtanyayê ragihand ku belemeke koçberan ku zêdetirî 110 koçberan tê de bûn dema dixwest derbasî Brîtanyayê bibe bin av bû.

Li gorî zanyariyên hêzên sînorî yên Fransayê, bûyer li peravên Vimoroyê ya nêzîkî Fransayê rû daye.

Rojnameyên Fransî eşkere kir ku 100 kes ji aliyê tîmeke Fransayê ve hatine rizgarkirin lê hêzên sînorî yên Fransayê pêşbînî dikin ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Medyaya Brîtanyayê jî diyar kir ku herî kêm 5 kes mirine.

Li gorî rojnameyan, Fransayê li ser bûyerê dest bi lêpirsînê kiriye û heta niha nehatiye zanîn bê ka belema koçberan bin av bûye yan jî koçber ji ser ketine û xeniqîne.

Plana penaberiyê ya Rwandayê

Li gorî plana Hikûmeta Brîtanyayê, koçberên ku bi rêyên neqanûnî derbasî Brîtanyayê bûne, dê wan bişînin Rwandayê û serlêdanên wan ên penaberiyê dê li wir werin nirxandin.

Kesên ku serlêdanên wan serketî bin, piştî ku statuya penaberiyê wergirin, dikarin bi destûr li Rwandayê bimînin.

Herwiha kesên ku serlêdanên wan bi ser nekevin dikarin ji ber sedemeke din bixwazin ku li Rwanda bi cih bibin an jî li "welatê sêyem ê ewle" serlêdana penaberiyê bikin.

Li gorî projeyasayê, ti penaxwazek nikare vegere Brîtanyayê.

Duh êvarî Parlementoya Brîtanyayê projeyasaya şandina penaberan pejirand.

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak jî li ser projeyasayê da zanîn ku yekem karwanê penaberan dê di nav 10 heta 12 hefteyan de biçe Rwandayê.

Li gorî projeya penaberiya nû ya Brîtanyayê, dê koçber ji bo Rwandayê bên şandin û di çend hotêlan de bên bicihkirin.

Rishi Sunak: Dê ewlehiya koçberan were parastin

Heta ku daxwaznameyên wan ên penaberiyê bê encamdan dê li Rwandayê bimînin.

Rêxistinên mafên mirovan bi tûndî li dijî wê projeyasayê derdikevin.

Rishi Sunak jî li dijî wan rexneyan derdikeve û eşkere dike ku li gorî projeya wan dê ewlehiya koçberan were parastin.

Sala 2022yan 45 hezar û 774 koçber derbasî Brîtanyayê bûn.

Sala 2023yan 29 hezar 437 koçber derbasî Brîtanyayê bûn û li gorî sala 2022yan amara çûna koçberan ji sedî 36 kêm bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst