TIRKIYE - Sala 2023yan 254 hezar koçber hatin desteserkirin

31-01-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, sala 2023yan 254 hezar koçber û 10 hezar û 482 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi taybetî piştî hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan zexta li ser koçberan zêde bûye.

Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê Xê amarên operasyonên li dijî koçberan ên sala 2023yan eşkere kirin.

Yerlîkaya got: “Di operasyonên li dijî organîzatorên qaçaxçiyên koçberan de 10 hezar û 482 gumanbar hatin desteserkirin û ji wan 3 hezar û 744 hatin girtin.

Derbarê hezar û 479 kesan de biryara kontrola dadî hat dayîn. Çavê me li ser wan kesan e ku bi kontrola dadî hatine berdan.”

Yerlîkaya herwiha da zanîn ku sala 2023yan 371 hezar û 433 koçberên ku vîze û destûra wan niştecihbûnê bi dawî bûye di encama tekoşîna li dijî koçberan de bi xwe ji Tirkiyeyê çûne.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê eşkere kir ku 82 hezar Sûriyeyî bi daxwaza xwe vegeriyane welatê xwe û got:

“Hatina 223 hezar û 856 koçberan a nav sînorên me bi saya sîstema ewlehiyê ya fîzîkî ya li ser sînoran hat astengkirin.

Di encama operasyonan de 254 hazar koçber û 10 hezar û 482 qaçaxçiyên koçberan hatin desteserkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst