Hewlêr (Rûdaw) – Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer eşkere kir û got, “Ji bo aramiyê rê xweş dike.”
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.
Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê piştgirî da vê peymanê û got, "Ji bo zêdebûna aramiyê û paşerojeke çêtir ji bo Sûriyeyiyan rê xweş dike."
Li gorî daxuyaniyê, Yekîtiya Ewropayê aliyên pêwendîdar teşwîq dike ku li ser bicihanîn û piştgirîdayîna peymanê bixebitin.
Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:
1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.
2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.
3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.
4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.
5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.
6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.
7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.
8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse