Amerîkayê piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

12-03-2025
Nîşan Amerîka Peyman Mezlûm Ebdî Ehmed Şer Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê piştgirî da peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer 10ê Adarê peymanek îmze kir.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio piştgirî da vê peymanê û got:

"Amerîka piştgiriyê li wê peymanê dike ku vê dawiyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê de hat ragihandin da ku bakurrojhilat di nav Sûriyeyeke yekgirtî de."

Marco Rubio piştgiriya Amerîkayê anî zimên û xwest ku hikûmeteke nemezhebî ya pêbawer were avakirin û ev yek wekî ji bo rêlibergirtina şer û pevçûnan wekî rêya herî baş nîşan da.

Çend rojên borî li berava Sûriyeyê, li herêmên Elewiyan şer û pevçûnan dest pê kiribû û bi sedan kes hatibûn kuştin ku piraniya wan sivîl bûn.

“Em ji ber tundiyê dilgiran in”

Marco Rubio bal kişand ser bûyerên li berava Sûriyeyê jî û got:

"Em ji nêzîk ve çavdêriya wan biryaran dikin ku ji aliyê Rêveberiya Demkî ya Sûriyeyê ve hatine dayîn.

Her wiha em derbarê tundiya xwînawî ya vê dawiyê ya li dijî pêkhateyan dilgiran in."

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst