Stephane Dujarric: Em piştgiriyê didin peymana HSD û Hikûmeta Sûriyeyê

13-03-2025
Sinan Tunçdemir
Stephane Dujarric /Wêne: Rûdaw
Stephane Dujarric /Wêne: Rûdaw
Nîşan Stephane Dujarric Neteweyên Yekbûyî Kurd Mezlûm Ebdî Ehmed Şer Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric got ku ew piştgiriyê didin peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer

Her wiha Dujarric diyar kir ku ew hêvî dikin ku ev peyman rê li ber destûreke nû û hilbijartinên azad û dadperwer veke.

10ê Adara 2025an peymaneke heşt xalî di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer de hat îmzekirin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di civîneke çapemeniyê de derbarê peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer pirsên nûçegihanê Rûdawê Sînan Tunçdemîr bersivandn

Rûdaw: We got ku Sekreterê Giştî piştgiriya peymana ku di navbera HSD û Birêvebiriya Demkî ya Sûriyeyê ve hate îmzee kirin dike. Gelo Nûnerê Taybet yê Neteweyên Yekbûyî ji bo vê peymanê rolek leyîst?

Stephane Dujarric: Ez dikarim ji we re bibêjim ku em pişgiriyê didin peymana ku ji aliyê Serkirdayetiya Birêveberiya demkî li Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve roja Duşemê 10ê Adarê ku hate îmze kirin.

Nûnerê me yê taybet yê Sûriyeyê Geir Pedersen, hêvî dike ku ev rêkeftin wê piştgirî û pêdagiriyê li pêvajoyeke veguhestina siyasî ya berfirehtir, pêbawer bike û li gorî prensîbên sereke yên biryara Konseya Ewlehiyê ya 2254an ku ev bîryarname rêbaziya destûreke nû û hilbijartinên azad û dadperwer dike.

Birêz Pedersen, bihêztir teşwîq dike ku aliyên pêwendîdar ên navneteweyî yên sereke, di nav de Amerîka, Tirkiye û hevkarên herêmî jî hene, ku piştgiriya partnerên xwe yên Sûrî bikin. Ev ê jî piştgiriya agirbesteke niştimanî û misogerkirina lihevkirinên rasteqîn bike û her wiha ev ê rê jî bide aştî û aramiyê li herêma bakurrojhilatê Sûriyeyê.

Rûdaw: We got ku Birêz Geir Pedersen daxwazê ji hemû aktorên sereke dike ku piştgiriya peymanên bi vî rengî bikin û bi taybetî jî Tirkiye û Amerîka piştgiriyê bidin. Gelo ew dê di demek nêz de bi Tirkiye, Amerîka û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re bicive?

Stephane Dujarric: Birêz Pedersen û şandeyên wî bi hemû aktorên pêwendîdar re hevdîtin kirine û berdewam jî dikin. Ya girîng ew e ku li Sûriyeyê, wekî li deverên din ên cîhanê nakokî û pirsgirêk hene wekî li seranserê cîhanê li deleten cuda pirsgirêk hene û gelek aktorên ji derveyî herêman hene. Aktorên herêmî û yên ji derve, girîng e ku hemû kesên ku bandora wan li ser partiyan heye, wê bandorê ji bo berjewendiya xelkê li wê welat bi kar bînin. Û em hêvî dikin ku ew ê wisa bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst