Ozgur Ozel: Berdevkên HSDyê dibêjin artêşa Sûriyeyê nakeve herêma me

Duh li 10:54
RÛDAW
Nîşan Ozgur Ozel Peyman Mezlûm Ebdî Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku xalên peymana di navbera Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de û gotinên bepirsên HSDyê ji hev cuda ne û got, "Berdevkên HSDyê dibêjin artêşa Sûriyeyê nakeve herêma me."

Serokê CHPyê Ozgur Ozel piştî civîna koma partiya xwe li ser peymana 8 madeyî ya ku roja duşemê di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer de hatiye îmzekirin pirsên rojnamegeran bersivandin.

Serokê CHPyê ragihand ku tiştên di peymanê de hatine nivîsandin û tiştên ku berpirsên HSDyê dibêjin ji hev cuda ne û got:

“Wekî mînak di zanyariyên doh de dihat gotin ku dê kontrola çavkaniyên petrolê bikeve destê hikûmeta demkî û dê HSD beşdarî artêşa Sûriyê bibe.

Lê berdevkên wan îro got ku dê hemû çavkaniyên petrolê di destê me de bin û bi ti awayî artêşa hikûmeta navendî ya Sûriyeyê nakeve herêma me û em dê navçeya xwe biparêzin.”

Ozel diyar kir ku berpirsên HSDyê gotiye ku ew dê bi awayekî sembolîk li deriyên sînorî alayên Sûriyeyê bilind bikin û anî ziman:

“Di demekê de ku 2 rewşên gelekî ji hev cuda hene divê ev zanyarî bilez ji aliyê çavkaniyên ewle ve werin piştrastkirin.”

Serokê CHPyê tekez kir ku ew gavên ku li Sûriyeyê rûbirûbûnan bi dawî tînin û yekitî û yekrêziya axa Sûriyeyê diparêzin rast dibînin û da zanîn:

“Lê ev peyman, peymaneke ku aştiyê tîne Sûriyeyê an jî nerazîbûn û dilgiraniyên nû li pey xwe tîne?

Divê ev mijar zelal bibe. Em bi geşbîniyeke bi tedbîr dişopînin lê di encamê de tişta sereke rawestana xwînê û bidawîhatina rûbirûbûnan e û divê peyman hemû Sûriyeyê lixwe bigire.”

"Peyman dê çi garantiyekê bide Ewlewiyan divê em bizanin û bibînin"

Ozel behsa mafên Elewiyan û pêkhateyên din ên li Sûriyeyê jî kir û got:

“Wekî mînak ev peyman dê çi garantiyekê bide Ewlewiyan divê em bizanin û bibînin.

Ji bo hemû aliyan û Durziyan hestyarî gelekî girîng e.

Ez hêvî dikim ku ev peyman û xebatên berfirehtir werin temamkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst