Konseya Ewlehiyê ji bo Sûriyeyê civiya: Rojava derket pêş

11-04-2025
Sinan Tunçdemir
Civîna Konseya Ewlehiyê /Wêne: Rûdaw
Civîna Konseya Ewlehiyê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Konseya Ewlehiyê Neteweyên Yekbûyî Sûriye Kurd Îsraîl
A+ A-

New York (Rûdaw) - Piștî êrişên esmanî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) bi şêweyekî lezgîn civiya.

Her çi qasî civîn li ser êrişên Îsraîlê hatibe li darxistin jî di civînê de Rojavayê Kurdistanê wekî mijareke sereke derket pêş.

Ji ber ku di civînê de him Fransa, him Yunanistan û him jî Tirkiye di axaftinên xwe de cihekî taybet da Rojavayê Kurdistanê.

Nûnerê Fransa yê Neteweyên Yekbûyî û Serokê Konseya Ewlehiyê Jerome Bonnafont got:

"Li Bakurrojhilatê Sûriyeyê peymana ku di presîbê de di navbera deshilatdarên demkî û Hêzên Sûriya Demokratîk de hatiye îmzekirin, ji bo çareseriyeke dan û standinê ya ji bo yekitiya Sûriyeyê û garantîkirina maf û berjewendiyên Kurdên Sûriye gava yekem a êrênî ye."

Di civînê de gelek dewletan êrişên Îsraîlê şermezar kirin.

Lê nûnerê Yunanistanê jî got ku ew êrişên li bakur û bakurrojhilatê Sûriyeyê jî wekî êrişên din ên li Sûriyeyê her wiha yên li ser Bendava Tişrînê jî şermezar dikin, ji ber ku Bendava Tişrînê ji bo ewlehiya avê ya herêmê girîng e.

"Divê hemû civakên Sûriyeyê bên parastin"

Nûnerê Yunanistan yê NYyê Evangelos Sekeris wiha anî ziman:

"Piştî rûxîna rejîma berê ya Sûriyeyê, Yunanistan bi berdewamî piştgiriyê dide gelê Sûriyeyê ji ber ku em ji bo vegerandina welat dixebitin.

Ev vegerandin tenê dikare bi rêya veguheztineke siyasî ya bi rastî ya berfireh pêk were, ya ku bi biryara sereke ya Konseya Ewlehiyê ya 2254an ve tê rêbazkirin û piştgirî dide avakirina saziyên dewletê yên pêbawer û berxwedêr ku rêzê li yasayên navneteweyî, parastina yekbûna tam a hemû civakên Sûriyeyê ku di nav de Elewî, Xirîstiyan, Durzî û Kurd cih digrin û ji bo lihevhatina demdirêj a welat jî girîng e."

Cigîra Nûnerê Tirkiyeyê yê Tirkiyeyê Fikriye Asli Guvenê jî di civînê de got ku "divê rêxistinên terorîst ji holê werin rakirin, divê hemû pêkhateyên çekdar çekên xwe radestî dewleta Sûriyeyê bikin."

Guvenê diyar kir ku "divê hemû pêkhateyên terorîst ji axa Sûriyê bên derxistin.”

Her wiha Guvenê tekez kir ku divê demildest erkên ewlehiyê yên navendên binçavkirinê û kampên li Rojavayê Kurdistanê radestî birêvebiriya Sûriyeyê bên kirin û Tirkiye amade ye ku di vî karê girîng de bi Sûriyeyê re hevkariyê bike.

"Em peymana birêvebiriya Sûriyeyê û HSDyê ji nêz ve dişopînin"

Fîkriye Asli Guven wiha pê de çû, "Birêz Serok, ji holêrakirina rêxistinên terorîst ên li Sûriyeyê, di nav de DAIŞ û PKK, YPG, bi navê HSDyê, ji bo aştiyeke mayînde û yekitiya mayînde pêwîst e.

Em di serî de li ser hevkariya bi welatên herêmê re disekinin ji bo çareserkirina metirsiyên ewlehiyê yên hevbeş.

Civîna meha borî ya di navbera Tirkiye, Urdun, Îraq, Libnan û Sûriyeyê de mînakeke bihêz a xwedîderketina li herêmê û îradeya kolektîf bû.

Em peymana ku di navbera birêvebiriya Sûriyeyê û bi navê HSDyê de hate çêkirin jî ji nêz ve dişopînin."

"Em dê çalakiyên xwe bidomînin"

Hema bêje hemû endamên Konseya Ewlehiyê bangî Îsraîlê kir ku êrişên xwe rawestîne.

Lê Îsraîlê got ku ew dema ku xeterekî li hemberî xwe bibînin wê dîsa êrişan bikin.

Cigîrê Nûnerê Îsraîlê yê NYyê Jonathan Miller wiha anî zimên:

"Me li başûrê Sûriyeyê, nîşanêyên organîzekirina hucreyên terorîstan, avakirina pergalên çekan ên biyanî û hêzên dijmin dîtin.

Me çalakî kir û em dê çalakiyên xwe bidomînin. Çalakî ne bi armanca berfireh bûnê ye, tenê ji  bo pêdiviya ewlehî û pêşîlêgirtinê ye."

Piști civînê nûnerê Sûriyeyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew hewl didin careke din Sûriyeyê ava bikin lê ev êriş û pevçûnan astengiyan derdixin pêşberî wan.

"22 welatên Ereb piştgirî didin banga me"

Nûnerê Sûriyeyê yê NYyê Qusay Al- Dahhak got, "Me ev civîn daxwaz kir û ji aliyê Cezayîr û Somaliyê ve piştgirî dît ku endamên Konseya Asayîşînê ne û her wiha ji aliyê koma Erebî ya New Yorkê ve jî hat piştgirîkirin ku ev yek gelekî girîng û erênî ye."

Qusay Al- Dahhak diyar kir ku ev tê wê wateyê ku 22 welatên Erebî piştgiriya daxwaza me dikin ku em bangî Konseya Ewlehiyê dikin derbarê êrişên dubare yên Îsraîlê yê Sûriyeyê.

Li gorî gotina Qusay Al- Dahhak eriş tên kirin li herêmên mezin ên li başûrê Sûriyeê bi hincetên derewîn, di bin gelek îdiayên ku nerastin.

Wan bangî Konseya Ewlehiyê kir ku bi biryardarî û demildest bikevin nava tevgerê, li hemberî van êrişan, li dijî van êrişan bisekinin û dawî li vê yekê bînin.

Civîn wekî civîneke lezgîn hat lidarxistin û 2 mijar wekî mijarên sereke derketin pêş.

A yekem ev bû hate xwestin ku êrişên Îsraîlê yê li Sûriyeyê û pevçûn û aloziyên li Rojavayê Kurdistanê werin rawestandin.

A duyem jî derbarê mafên pêkhateyan bû. Her wiha di dawiya vê mehê de NY wê derbarê pevçûn û bipêşveçûyînên dawî raporteke berfireh amade bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst