Îsraîl: Divê li Sûriyeyê dijminatiya Kurdan neyê kirin

02-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Sûriye Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar ragihand ku divê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê dijminatiya Kurdan neyê kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar di civîneke rojnamegerî de behsa mafên pêkhateyên li Sûriyeyê kir.

Gideon Saar tekez kir ku divê desthilatdarên nû yên Şamê rêzê li mafên pêkhateyên bigirin.

Saar derbarê rewşa Sûriyeyê de got:

“Têkiliyên bi Durziyan re heye. Durzî li vê herêmê û Îsraîlê wekî pêkhate hene.

Girîng e ku rêveberên nû yên Şamê rêzê li mafên pêkhateyan bigire di nav de mafên Durziyan.”

“Hikûmeta Şamê ne xelkê hilbijartiye”

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê bi bîr xist ku hikûmeta niha li Sûriyeyê heye ne ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin û wiha domand:

“Ew kom, koma cîhadîstan e ku berê herêma Îdlibê kontrol dikir û bi darê zorê cihên din jî wekî Şamê  xistin bin destê xwe.”

“Mafên wan nîne dijminatiyê bikin”

Gideon Saar Îsraîlê li ser mafên pêkhateyan jî got:

"Ev nayê wê wateyê ku mafê wan heye ku dijminatiyê li hemberî pêkhateyan bike çi Durzî, çi Kurd an jî Elewî bin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst