Dadgeheke Îtalyayê: Divê hikûmet tezmînatê bide 177 koçberan

09-03-2025
Hêmin Ebdullah
Hinek koçber ber bi welatên Ewropayê ve diçin / Wêne: Antonio Masiello/Getty Images
Hinek koçber ber bi welatên Ewropayê ve diçin / Wêne: Antonio Masiello/Getty Images
Nîşan Îtalya Koçber Tezmînat
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a bajarê Romayê biryarek daye ku dibe ku ji bo hin koçberên Kurd ên ku di wî welatî re derbas bûne yan lê mane, xêra wê hebe.

Dadgeh dibêje ku sala 2018an hikûmeta Îtalî rê nedaye daketina hinek koçberan ku bi keştiyekê hatibûn girava Lîmpadûsya ya Îtalyayê.

Meha tebaxê ya wê salê keştiyeke tijî koçber xwe nêzîkî peravê kiriye.

Hejmara wan 190 koçber bûn, rewşa tenduristiyê ya 13 koçberan gelekî xerab bû û ew bi lez veguhastin nexweşxaneyan.

Ên mayî 10 rojan li nav keştiyê hatine hiştin.

Dadgeh dibêje ev li dijî yasayê bû û divê tezmînata wan were dayîn lê negotiye divê pere çi qas be.

Serokwezîra Îtalyayê û berpirsên din ên wî welatî piştî derketina biryarê, nîgeraniya xwe anîn ziman.

Hinekan ji wan rexne jî li biryarê girt.

Seroka Dadgeha Romayê Margirita Kasanoya jî bersiva wan da û got, “Rexnegirtina li biryarê normal e lê sivikatiya li biryarê ne yasayî ye û nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst