Dusseldorf (Rûdaw) - Piştî ku wê nêzî salekê di zindana Îtalyayê de dihêlin, çalakvana mafên mirovan û koçbera Kurd Meysûn Mecîdî hat berdan.
Îtalyayê ew bi wê yekê sûcdar kiribû ku alîkariya wan qaçaxiyan kiribû ku ew, birayê wê û koçberên din bi keştiyekê gihandine Îtalyayê.
Ji bo vê yekê jî xwe spartibû şahidiya du koçberên din li dijî wê xanimê.
Di vê demê de, gelek saziyên Îtalî, Ewropî û Kurdistanî jî piştgirî da wê û girtina wê ne rewa dîtin.
Bernameya Diyasporayê beşek ji bo weşanê vê dosyeyê terxand.
Meysûn Mecîdî ku niha azad bûye, xuya nake ku ew bixwaze dosye bi tevahî were girtin.
“Ez wekî qaçaxçiya koçberan hatim girtin”
Di vî warî de Meysûn Mecîdî ji Îtalyayê bû mêvana Diyasporayê û hûrgiliyên dadgehkirin û her wisa sûcê xwe û çawaniya girtin û berdana xwe ji temaşevanên Diyasporayê re eşkere kirin û got:
"Em 77 koçber şeva serê sala 2024an, li ser yexteke biçûk a deh metreyî gihîştin peravên başûrê Îtalyayê li Kampa Krotonê.
Li wir polîs hatin û gotin em dê çend pirsan ji we bikin û êdî ez hatim girtin û paşê ji min re gotin ku qaşo du rêwiyên di yextê de ez sûcdar kirime ku min alîkariya koçberan kiriye û ez wekî qaçaxçî yan alîkara koçberan hatim girtin.
Her çend min red kir jî lê wan guh neda min û ez zêdeyî 10 mehan di zindanê de hêlam.”
Meysûn Mecîdî diyar kir ku pêvajoya darizandinê li Îtalyayê demeke dirêj digire û got:
"Piştî belavbûna sûckirinên wan her du kesan di medyayê de li dijî min, qaşo şahidî li ser min dane ku ez qaçaxçî me yan jî min alîkariya koçberan kiriye, ew her du kes tevlî bernameya televizyoneke Îtalyayî bûn û red kirin ku wan tiştekî wiha gotibe û êdî ti hincet di destê dadgehê de nema û ez berdam."
Meysûnê eşkere kir ku yext qul bû, her wisa pergala avêtina derve ya avê tê de kar nedikir, loma hemûyan av diavêt derveyî yextê û derûna rêwiyan têk çûbû û ji mirineke teqez vegeriyan û piştre baş bû ku bi silametî gihîştin başûrê Îtalyayê.
“Li Îtalyayê nêzîkî 1148 koçber û penaber girtîgehê de ne”
Meysûn Mecîdî her wisa got, "Li dadgehên başûrê Îtalyayê nêzîkî 1148 koçber û penaber bi sûcên cuda cuda û nerewa di girtîgehê de ne, lewra min dosyeya xwe vekirî hêlaye û ez koçber û penaberên ku vêga di girtîgehê de ne diparêzim."
Meysûn Mecîdî da zanîn ku koçber û penaber cuda ne û ew wekî penaber çûne Ewropayê, ango penaber ji bo mayîna li jiyanê diçin Ewropayê û jiyana wî/wê di metirsiyê de ye, lê koçber ji bo jiyaneke baştir diçin Ewropayê, cudahî ev e, lewra divê welatên Ewropayê vê cudahiyê bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse