DÊRSIM - Şampiyona cîhanî ya Kurd bi germî hat pêşwazîkirin

29-11-2023
Ali Haydar Gozlu
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Erîvan Barût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Werzişvana şampiyona cîhanî Erîvan Barût, li Dêrsima Bakurê Kurdistanê, ji aliyê heval, malbat, rahêner û berpirsên bajêr ve bi germî hat pêşwazîkirin.

Li bajarê Lîzbonê yê Portugalê keça Kurd a Dêrsimî û werzişvana Kick Boksê, di Şampiyoniya Cîhanî ya Kick Boksê ya di navbera 17 û 25ê Çiriya Paşînê de di fînalê de li hemberî rikebera xwe ya Îsraîlî bi ser ket û bû yekemîna cîhanê.

Erîvana ku madalyaya zêr wergirt ji Rûdawê re behsa çîroka xwe kir.

“Ez li ser navê bajarê xwe kêfxweş im”

Werzişvana Kick Boksê Erîvan Barûtê got, “Ez bûm şampiyona cîhanî ya Kick Boksê.

Ez di şampiyoniya ku werzişvanên 70 welatan beşdar bûn de, bûm yekemîn. Ez gelekî şanaz û bextewar im.

Ez li ser navê bajarê xwe û ciwanên bajarê xwe jî kêfxweş im ku ji wan re bûme rol model.”

Erîvan ji malbateke hejar e û derfetên wê kêm in lê serkeftinên wê mezin in.

Malbata wê jî tevî derfetên kêm piştgiriya keça xwe dike û bi wê şanaz e.

“Tiştê ku dike bi serê xwe dike”

Kîbar Baruta dayika Erîvanê anî ziman, “Di her warî de tiştê ku dike bi serê xwe dike û serkeftî û jêhatî ye.

Înşalah dê serkeftinên zêdetir bi dest bîne. Ez ji wê bawer dikim û dikare bike.”

Li Dêrsimê ji siyasetmedaran heta mirovên asayî hemû kes bi serkeftina Erîvanê serbilind in.

“Kûpayeke hêja anî bajarê me”

Parlamenterê berê yê CHPyê Polat Şaroglu got:

“Bi rastî kûpayeke hêja anî welat û bajarê me. Ev ne yekemîn serkeftina Erîvanê ye.

Berê jî li ser asta Ewropa, cîhanê û olîmpiyatan serkeftin bi dest xistin. Em wê pîroz dikin.”

Erîvanê berê li ser asta Tirkiyeyê jî di şampiyoniyan de bûbû yekemîn û armanca wê ya nû şampiyoniya olîmpiyata cîhanî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst