Keça Kurd a Dêrsimî bû şampiyona cîhanê

26-11-2023
RÛDAW
Nîşan Erîvan Barût Dêrsim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keça Kurd a ji Dêrsimê Erîvan Barût li Portugalê di Şampiyoniya Cîhanî ya Kick Boksê de bû şampiyona cîhanê.

Erîvan Barûta ku werzişvana Klûba Werzişê ya Kick Boksê ya Dêrsimê ye hem li Tirkiye hem jî li cihanê di gelek şampiyoniyan de bûye yekem û xelata zêrin wergirtiye.

Di şampiyoniya ku ku li bajarê Albufeirayê yê Portugalê hat lidarxistin de ji 70 welatan 2 hezar werzişvan beşdar bûn.

Erîvan Barût di kategoriya 48 kîloyî de reqîbên xwe yên Xirwat, Polon û Îsraîlî têk birin û bû xwediya madalyaya zêrîn.

Heta niha di şampiyoniyên cîhan, Ewropa û Tirkiyeyê de 14 şampiyoniyên Erîvan Barûtê hene.

Bi vê serkeftina xwe ya dawî Barûtê şampiyoniyeke din lê zêde kir û 41emîn madalyaya xwe wergirt.

Werzişvana Kurd a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Erîvan Barût di Kûpaya Cîhanê ya Kick Boksê de ku îsal li Macaristanê hat lidarxistin jî bûbû şampiyon.

Erîvan Barût kî ye?

Erîvan Barût a 22 salî li gundê Korkesê yê Dêrsima Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û di sala 2016an de dest bi werzişê kiriye.

Barût piştre beşdarî tûrnûvayan bû û di şaxên boks, kick boks û muay thaiyê de gelek xelat wergirtin.

Barûtê di tûrnûvayên muay thai û kick boksê de şampiyoniya Ewropa û Tirkiyeyê bi dest xist.

Erîvan Barût li Zanîngeha Bînalî Yildirima Erzinganê mamostetiya werzişê dixwîne.

Erîvan Barût di Şampiyonaya Boksê ya Mezinan a Ewropayê ya ku di sala 2022yan da li Xirwatistanê hatibû lidarxistin de madalyaya zêrîn qezenc kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst