Peyam Serbest

Peyam Serbest peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye.
Beşdarî kursa rahênanê ya karê rojnamevanî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû. Ji bo cara yekem li Rûdawê di Berfanbara 2018an de dest bi karê rojnamevanî kir.

Jînname

Di dema karkirina wê di Tora Medyayî ya Rûdawê de, VT û fîçerên cuda cuda amade kirine û bi lezgînî di karê xwe de bi pêş dikeve.
Di Gulana 2019an de bi tîmekê re ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo welatê Çînê hat şandin. Di dema 20 rojan de çend fîçer li ser jiyan û şûnwarên dîrokî û pêşketina Çînê di aliyê teknolojî de amade kirin û hatin belavkirin.
Ji aliyê medyaya Holendî ve wek mînaka ciwaneke serkeftî, ku ji bo dezgeheke ragihandinê ya navdar wek Tora Medyayî ya Rûdawê kar dike, li ser wê hat nivîsandin.

Peyam Serbest sala 1997 li bajarê Hewlêrê ji dayik bû.
Sala 2018an bawernameya bakaloryosê di endezyariya elektrîkê de li koleja endezyarî ya Zanîngeha Selahedînê wergirt û pileya yekem li ser asta beşê xwe bi dest xist.
Tevî çend saziyên sivîl kar kiriye û beşdarî kampînên handana xwendinê bûye