Cenazeyê Deniz Cevdet ber bi Geverê ve hat şandin

22-09-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Cenazeyê Denîz Cevdet hat oxirkirin
Cenazeyê Denîz Cevdet hat oxirkirin
Nîşan Deniz Cevdet KNK Hewlêr Gever
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Cenazeyê Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbun ji Hewlêrê ber bi navçeya Geverê ya Colemêrgê ve hat şandin.

Nûnerê KNKyê yê Hewlêrê Deniz Cevdet Bulbun 18ê Îlonê li Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de canê xwe ji dest dabû.

Cenazeyê Deniz Cevdet Bulbun radestî malbata wî hat kirin û cenaze li Hewlêrê bi merasîmekê bi ber bi Bakurê Kurdistanê ve hat oxirkirin.

Cenazeyê bi ambûlansekê ji Hewlêrê derket û bi Deriyê Serzêrê re derbasî Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Biryar e cenazeyê Deniz Cevdet Bulbun li gundê ji dayîk bûye Dêlezê yê navçeya Gevera bi merasîmekê bê veşartin.

Dayîka wî Şehnaz Bulbun ji Rûdawê re got, “Lawê min şehîdê tevahiya Kurdistanê ye û em bi wî serbilind in. Ew di rêya rûmet û namûsê de çûye. Lawê min gelek serkevtî bû. Heyf bû.”

Deniz Cevdet Bulbun pêştir li Rojavayê Kurdistanê bû û ev sê sal bûn li Hewlêrê dijiya.

Mamê wî Necip Bulbun jî got, “Em dê termê wî bibin gundê Dêlezê. Em dê şîna xwe li gundê Dêlezê yê Geverê danî.”

Deniz Cevdet Bulbun, 18ê  Îlonê li navenda Nûnertiya KNKyê ya li bajarê Hewlêrê di encama êrişeke çekdarî de bi guleyan canê xwe ji dest dabû.

Heta niha kujerê Deniz Cevdet Bulbun nehatiye eşkerekirin û girtin.

Lêkolîna li ser bûyerê berdewam e û hêzên ewlhiyê yên Herêma Kurdistanê derbarê wê bûyerê ti encamek eşkere nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst