Şîna piştî dawetê: Bûk û zavayê Hemdaniyeyê ji Rûdawê re behsa rewşa xwe kir

28-09-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Nûçegihana Rûdawê bi bûk û zava re axivî
Nûçegihana Rûdawê bi bûk û zava re axivî
Nîşan Hemdaniye Şewata Hemdaniyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bûk û zavayê Hemdaniyeyê yên ku di daweta wan de bi dehan kes miribûn ji Rûdawê re behsa rewşa xwe kir.

Hola daweta wan bû agir bi ser hezkiriyên wan de bariya û wan zêdetirî 100 hezkiriyên xwe ji dest da.

Niha Henîn û Rêvan, bûk û zavayê Hemdaniyeyê di nav ewqas êş de hewl didin bijîn.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest çû navçeya Hemdaniyeyê ya parêzgeha Nînowayê ku şînê kolanên wê dagirtiye û bi bûk û zava re axivî.

Di 2 rojên borî de bi dehan cenaze piştî birina dêrê û pêkanîna merasîmên olî li goristana bajêr hatin veşartin.

Kesên ku cenazeyên wan hatine veşartin mêvanên dawetê bûn ku ji ber fîşekên hewayî hola dawetê şewitî û bi dehan kes şewitîn û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûn, ji bilî hejmarek kesên ku hîn jî winda ne.

Bûk û zava naxwazin li ber kamerayan biaxivin, herçend rewşa wan baş e jî, ji ber ku wan di yekem gava jiyana xwe ya nû de gelek hezkiriyên xwe ji dest da, ji aliyê derûnî ve nebaş in.

Bûkê diya xwe, zava jî amojina xwe ji dest da û herwiha gelek hezkiriyên xwe yên din jî ji dest da.

Rewşeke din a ne xweş a ku hatiye serê bûk û zava jî ew e ku hinek xizmên qurbaniyan wek berpirsê vê karesatê wan dibînin.

Zava diyar kir ku şeva yekem çend kesan pencereya mala wî û cama wî otomobîla wî şikandine.

Li gorî lêkolînên tîmên agirvemirandinê, sedema şewatê nepabendbûna bi rênimayên rêveberiya parastina sîvilan di dema çêkirina salonê de û nebaşbûna keresteyên ku di çêkirina holê de hatine bikaranîn, bûye.

Heta niha xwediyê salonê û zêdetirî 10 kesên din hatine desteserkirin.

Henîn Riyaz 18 salî û xwendekar e, Rêvan Îşûîş jî 28 salî û nanpêj e.

Rêvan naxwaze di wê rewşê de destê Henînê berde, bi cil û bergên reş li ber deriyê mala ku lê diman, rûniştibû.

Mîna ku wî hîn jî nedixwest bawer bike, di ber xwe de ji Henînê pirsa ku bi rastî jî ew tişta hatiye serê wan dikir.

Ji aliyekî dengê xizmên xwe dibihîst ku jê wan re digotin ku tişta ku bûye ne sûcê wan ye, divê ew dest bi jiyana xwe bikin.

Wênegirê Rûdawê Bilind T. Abdullah di amadekirina vê nûçeyê de hevkar bû

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst