Louise Courvoisier: Ez li wergirtina Xelata Palmiyeya Zêrîn nafikirim

23-05-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Derhênera Fransî Louise Courvoisierê ji Rûdawê re behsa çîroka belgefîlma xwe kir / Wêne: Rûdaw
Derhênera Fransî Louise Courvoisierê ji Rûdawê re behsa çîroka belgefîlma xwe kir / Wêne: Rûdaw
Nîşan Louise Courvoisier Festîvala Fîlman a Cannesê Holy Cow
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derhênera Fransî Louise Courvoisierê ku bi fîlma Holy Cow/Çêleka Pîroz beşdarî Festîvala 77emîn a Fîlman a Cannesê bûye diyar kir ku ew li wergirtina Xelata Palmiyeya Zêrîn nafikire.

Festîvala 77emîn a Fîlman a Cannesê berdewam dike.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest li festîvalê ye û bi gelek stêrkên cihanî re diaxive. 

Vê carê jî derhênera Fransî Louise Courvoisierê ji Rûdawê re behsa çîroka fîlma xwe kir.

Louise Courvoisierê eşkere kir ku wê pêşbîniya wê yekê nedikir fîlma wê li Cannesê were qebûlkirin.

Louise Courvoisierê berê jî bi kurtefîlma “Mano a Mano” beşdarî festîvalê bûbû û xelat bi dest xistibû.

“Fîlm behsa çîroka 3 zarokan dike”

Louise Courvoisierê wiha behsa çîroka fîlma Çêleke Pîroz kir:

“Behsa mêrekî ciwan dike ku navê wî ‘Tîtan e’ û heta radeyekê li nava jiyanê wenda bûye û bavê wî di qezayeke trafîkê de dimire.

Divê haya wî ji xwişka wî hebe ku temenê wê 7 sal e.

Bi havalê xwe yê herî nêzîk re hewl dide xelata penîrê herî baş ê herêma xwe bistînîn ku navê wî ‘Kuntî’ ye.

Penîr ê herêma ‘Yura’yê ye ku ez jî xelkê wê herêmê me.

Her du heval bi hev re pênîr çêdikin.

Fîlm behsa serboriyên van her du hevalan û keça biçûk dike ku dixwazin bi rêya wê xelatê hinek pere bi dest bixin. “

“Min xwest fîlmê li ser xeyaleke rasteqîn saz bikim”

Louise Courvoisierê li ser rastiya çîroka fîlma xwe jî wisa got:

“Rastiya wê ew e ku ez bi xwe li wê herêmê mezin bûm.

Min xwest fîlmekê li nava wan kesên ku ez li nava wan mezin bûme çêbikim.

Ew destpêka fikra min bû. Piştre çîrok ji nava wê fikrê derket. Wekî ew pênîr û tiştên din ên fîlmê.

Min xwest li ser xeyaleke rasteqîn saz bikim. Ji ber wê, çîroka wê li cihekî biçûk çîrokeke xeyalî ya rast e.”

“Ez dixwazim behsa ciwanên herêma me bikim”

Derhenara Fransî Louise Courvoisierê li ser peyama fîlma xwe jî wisa got:

“Rastî ew e ku ez dixwazim behsa wan kesan bikim ku zêde behsa wan nayê kirin.

Armanca min ew e ku fîlm zêde li ser ciwanên herêma me nînîn. Hinek hene lê kêm in.

 Zêde nûnertiya wan di sînemayê de nehatiye kirin. Ev fîlm dixwaze balê bikişîne ser wan.

Louise Courvoisierê di berdewamiyê de amaje bi wê yekê jî kir ku ew ne li bendê bû fîlma wê biçe Festîvala Fîlman a Cannesê û wiha got:

“Gelekî ecêb bû. Min nedizanî. Me her tim dixwest biçin Festîvala Cannesê. Ev bijardeya herî baş bû.

Fîlm li ser wê babetê bû û hilbijartineke baş bû. Ji bo ku gelekî balkêş bû û dema me bihîst hatiye hilbijartin ji bo stêrkên me jî gelekî balkêş bû. “

“Min berê xelata Cannesê standiye”

Louise Courvoisierê da zanîn ku ew berê jî bi kurtefîlma xwe yê bi navê Mano a Mano hatibû Festîvala Fîlman a Cannesê û wê xelata yekem standibû.

Louise Courvoisierê di dawiya axaftina xwe jî de da zanîn ku ew ne li bendê ye û nafikire ku xelata Palmiyeya Zêrîn wergire.

Ji bo wê ya muhîm ew e ku fîlma wê li Festîvala Fîlman a Cannesê were nîşandan û eger xelatê jî bistînê dê gelekî kêfxweş bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst