Stêrkên Ereb Festîvala Fîlman a Deryaya Sor nirxand

07-12-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Nîşan Festîvala Fîlman a Deryaya Sor Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor a ku wekî pêngaveke nûjên tê dîtin, îsal cara sêyemîn e li bajarê Cideyê yê Erebistana Siûdiyê tê lidarxistin.

Stêrkên Ereb ên ku beşdarî festîvalê bûne, gelekî pesnê wê festîvalê didin.

3yemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Deryaya Sor ku 30ê Çiriya Paşînê dest pê kiribû, dê di 9ê Kanûna Pêşînê bi dawî bibe.

Kesayetên navdar ên cîhana Erebî û stêrkên welatên cuda yên cîhanê jî beşdarî festîvalê bûne.

Lîstikvanên Holywoodê yên wek Will Smith, Johny Depp, Sharon Stone, Diane Kruger û Michelle Williams mêvanên îsal ên festîvalê ne.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbest, derbarê festîvalê bi lîstikvanên navdar ên Ereb re axivî.

Nour El Khadra: Îsal gelekî çêtir e

Lîstikvana Siûdî Nour El Khadrayê, kêfxweşiya xwe bi beşdariya stêrkên Siûdî anî ziman û diyar kir ku festîvala îsal ji yên pêştir çêtir e.

Nour El Khadrayê ku di fîlmên "The Matchmaker" û "HWJN" yên Netflixê de rola sereke wergirtiye, niha li Brîtanyayê dijî.

Damezrîner û CEOya WeGeekê û hevdamezrînera Roboneticayê El Khadra, amaje bi wê yekê kir piştî guherînên vê dawiyê, rewşa li Erebistana Siûdiyê guheriye û eleqeyeke baş ji bo çand û pîşesaziya sînemayê çêbûye.

Li ser pirsa “Ma Erebistana Siûdî dikare bibe navendek ji bo pîşesaziya sînemayê ya navneteweyî?” Nour El Khadrayê wiha got:

“Ez bibêjim belê, ev gotineke mezin e. Ji bo vê yekê ji sedî sed ne bawer im lê ti guman nîne ku Şah dê dengê xwe bide bihîstin.”

 

Aida El-Qusay: Ji par çêtir e

Lîstikvana Siûdî Aida El-Qusayê jî diyar kir ku "festîvala îsal ji ya par baştir e" û wiha got, “Her sal ji sala pêştir organîzasyoneke çêtir dibe."

Aida Al-Qusayê got ku pîşesaziya sînemayê li Erebistana Siûdî bi lez mezin dibe û ev paşerojeke geş li pêşiya wî welatî ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst