George Lucas: 52 sal in ez têm Cannesê

25-05-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Derhêner George Lucas /Wêne: Rûdaw
Derhêner George Lucas /Wêne: Rûdaw
Nîşan Festîvala Fîlman a Cannesê George Lucas
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dema behsa George Lucas tê kirin hezkiriyên sînemayê behsa gelek karên wî dikin.

Komîteya Xelatê ya 77emîn Festîvala Cannesê, Xelata Rûmetê ya Palmiyeyê da George Lucas.

Her sal li Festîvala Fîlman a Cannesê stêrkên cihanê Xelata Rûmetê ya Palmiyeyê distînin.

Îsal George Lucas Xelata Rûmetê ya Palmiyeya Zêrîn stand.

Sala 2023yan jî lîstikvanê Amerîkî Michael Douglas ew xelat standibû.

George Lucasê 79 salî, nivîskar û derhêner e.

Derhênerê "Star Wars" e heta niha herî dawî beşa "Star Wars: Episode III - Revenge of the Sith" belav kiriye.

Herwiha Lucas "Indiana Jones" û gelek berdewamiyên wê belav kirine.

Dema George Lucas li nava sînemahezan û hezkiriyên xwe bû nûçegîhana Rûdawê Peyam Serbest jê dipirse bê ka ew dixwaze ji xelkê re çi bêje.

George Lucas ji Rûdawê re got: "Ez gelekî kêfxweş im li vir im. Yekemcar 52 salan beriya niha li vir bûm. Ji wê demê ve li vir im.”

George Lucas  yek ji derhênerê herî dewlemend ê cihanî ye. 5,5 milyar dolar serweta wî heye.

George Lucas sala 2012an kompanyaya xwe ya bi navê “Lucas Film” bi 4 milyar dolaran firot kompanyaya Disneyê.

George Lucas wekî nivîskar û derhêner cara yekem sala 1973yan ji bo fîlmê "American Graffiti" kar kir.

Bi fîlma “Amerîcan Graffiti” George Lucas Xelata Oscarê ya derhênerê herî baş stand.

Herwiha serkeftina herî mezin a George Lucas  bi "Star Wars: Episode IV – A New Hope" bû sala 1977an derhêner karîbû 775 miliyon û 398 hezar dolaran qezenc bike û 6 Xelatên Oscarê bistîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst