Almanya - Namzedê Kurd: Divê Kurd ji her demê bêtir li kêleka hev rawestin

21-02-2025
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Ferat Koçak /Wêne: Rûdaw
Ferat Koçak /Wêne: Rûdaw
Nîşan Hilbijartinên Almanyayê Kurd Ferat Koçak Kurdistan Namzed
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - Namzedê Kurd ê Partiya Çep Ferat Koçak got, "Divê em Kurd ji her demê bêtir li kêleka hev rawestin û em dikarin ji bo Kurdistanê guhertinan bikin."

23yê Sibatê li Almanyayê hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Federal tên lidarxistin.

Ferat Koçak ji malbateke Kurd a koçber a Bakurê Kurdistanê ye û sala 1980î li navçeya Neukolnê ya Berlînê hatiye dinyayê ku ew navçe bi qerebalixiya netewe û pêkhateyên cuda tê naskirin.

Ji sala 2016an ve di nava siyaseta Partiya Çep (Die Linke) de cih digire û sala 2021ê bû parlamenterê Parlamentoya Herêmî ya Berlînê.

Koçak cê carê jî li ser navê Partiya Die Linkeyê namzedê Parlamentoya Federal a Almanyayê (Bundestag) ye.

"Divê em Kurd ji her demê bêtir li kêleka hev rawestin"

Namzedê Kurd Ferat Koçak got, "Niha demeke tarî ye ji ber ku nijadperest û tundrewên wekî AfD pir bi hêz in.

Demokratên Xiristiyan bi vê nijadperestiyê dilîzin û dibe ku koalîsyoneke rastgir çêbibe ku dê ji bo Kurdan pir xerab be.

Ji ber vê yekê muxalefeteke çepgir a xurt girîng e û divê em Kurd ji her demê bêtir li kêleka hev rawestin ku tenê bi yekîtiyê em dikarin guhertinan pêk bînin"

Sala 2018an Naziyan êrişî mala Firat û malbata wî kirin ji ber ku ew bi eslê xwe ne Alman in.

Ev bûyer bû sedemeke mezin ku biryar bide di siyaseta Almanyayê de bibe dengekî wêrek.

Di vê hilbijartinê de hêvî dike ku bi dengê rasterast ê gel were hilbijartin tenanet eger dengderên wî dengê xwe nedin partiya wî jî.

"Li cîhanê şer heye û mirov li vir dibin penaber"

Ferat Koçak li ser pirsrgirên welatiyan û koçberaran wiha anî xivî:

"Divê ez wekî parlamenter van pirsgirêkan li ber çavan bigirim û li ser wan bixebitim.

Kirêya malê zêde dibe, mirov nikarin debara jiyana xwe bikin, kolan tijî çop in û veguhestina giştî baş naxebite.

Gelek kes ji şer û hinardekirina çekan nîgeran in ji ber ku Almanya yek ji hinardekara herî mezin a çekan a cîhanê ye.

Li cîhanê şer heye û mirov li vir penaber dibin lê li vir jî sîstemeke ku pêşwaziya wan nake tê avakirin."

Di kampanyaya gerîna derî bi derî de 1500 kesên dilxwaz alîkariya Firat dikin ku piraniya wan ciwan û xwendekar in.

Roza û Katî cara yekem e ku beşdarî kampanyaya hilbijartinê dibin û yek ji wan 19 û ya din jî 20 salî ye.

Rosa Fuhrmannê got, "Mirovatî û biryarên dijî miroviyê hewl didin di siyasetê de bibin biryarder. Çi ji destê min bê ez dê bikim ku rastgiran rawestînim."

Di dema kampanyaya hilbijartinê de Ferat 10 hezar deng berhev kirine û kaxezên danasîna xwe bi zimanên Kurdî û Almanî belav dike.

Ji bo Kurdan broşurên xwe bi Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) jî amade kiriye.

"Em dikarin ji bo Kurdistanê guherînan bikin"

Ferat Koçak giringiya beşdarbûna Kurdan a di siyaseta Almanyayê de jî wiha anî ziman:

"Ji bo me Kurdan pir girîng e ku em têbigihêjin ku eger em bibin beşek ji siyaseta vî welatî. Em dikarin ji bo Kurdistanê guherînan bikin."

12 namzedên Kurd hene

Di vê hilbijartina Bundestagê de 4 hezar û 506 namzed hene û 12 ji wan Kurd in ku di partiyên cuda de bûne namzed.

Yek ji planên Firat eger bibe endamê parlamentoya federal ew e ku serdana herêmên Kurdistanê bike û bi partiyên kurdî re hevdîtinan pêk bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst