Awisturya û Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina pêwendiyên aboriyê civiyan

14-09-2023
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Foruma Bazirganiyê
Foruma Bazirganiyê
Nîşan Awisturya Herêma Kurdistanê Foruma Bazirganiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji bo pêşxistina pêwendiyên aboriyê yên di navbera Awisturya û Herêma Kurdistanê de li Hewlêrê forumeke bazirganiyê hat lidarxistin.

Di Foruma Bazirganiyê de Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg jî amade bû.

Wezîrê Karên Derve yê Awisturyayê Alexander Schallenberg li ser got:

“Em dixwazin pêwendiyên me bi Herêma Kurdistanê re berdewam bin.”

Alexander Schallenberg di çarçoveya serdanên xwe yên li Herwlêrê li Balyozxaneya Awisturyayê civîneke aboriyê li dar xist.

Alexander Schallenberg diyar kir ku 10 nûnerên kompanyayên bi wî re hatine dixwazin li Hewlêrê bazirganiyê bikin.

Schallenberg herwiha anî ziman, “Em jî dixwazin pêwendiyên xwe pêş ve bibin.”

Karsazê Kurd Miran Hawre yê beşdarî civîna aboriyê bû diyar kir ku ew ji sala 2012an ve bi kompanyayên Awisturyayî re dixebitin.

“Ji bo aboriya Herêma Kurdistanê pêngavên girîng in”

Karsazê Kurd Mîran Hawrê li ser civînê bi Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û got:

“Di gelek qadan de derfetên me yên bi hev re xebitînê hene.

Awisturya welatekî di warê têknolojiyê de pêşketî ye. Pêşxistina bazirganiyê ya bi Awisturyayê re pêngaveke girîng e.”

Karsazên Kurd û Awisturyayî hevdîtinên taybet jî kirin.

Karsazê Awisturyayî Tohmas Chidiger destnîşan kir ku piştî 30 salî ew dê vegerin bazara Îraq û Herêma Kurdistanê.

Karsazê Awisturyayî Tohmas Chidiger got:

“Em bi karsazan re civiyan. Duh jî me li Bexdayê bi kompanyayeke bi navê Baba Rehma re girêbestek îmze kir.

Li Hewlêrê jî ji bo me daxwaz hebûn. Me hîn makîneyên xwe ne anîne.

Em hêvî dikin ku em li vir jî têkiliya xwe çêbikin.”

Awisturya yek ji wan 14 welatên herî dewlemend ên cîhanê ye ku bi xwe berhemên xwe hildiberîne.

Li gorî amarên Balyozxaneya Awisturyayê 55 kompanyayên wan li Herêma Kurdistanê veberhênanê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst