Îran rê nade du derhênerên Îranî beşdarî Berlinaleyê bibin

18-02-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê bi rê ve diç
74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê bi rê ve diç
Nîşan Berlinale Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê Berlîn
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) – Fîlma Îranê ya bi navê “Keyke mahboobe man” (Keka favoriya min) Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê hat nîşanda lê her du derhênerên wê nekarîn beşdar bibin.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê bi rê ve diçe.

Di çarçoveya festîvalê de fîlma her du derhênerên Îranî Behtash Sanaeeha û Maryam Moghaddan a bi navê “Keyke mahboobe man” jî hat nîşandan.

Her du derhêner ji lijneya aliyê festîvalê ve hatibûn vexwendin lê hikûmeta Îranê dest daniye ser pasaporta wan û derketina wan derveyî welat ji wan re qedexe kir.

Cihên wan ên di konferansa çapemeniyê de vala ma lê wan dîsa bi nameyekê dengê xwe gihand festîvalê.

Lîtikvanên fîlmê Esmaeel Mehrabî û Esmaeel Mehrabî beşdarî konferansa çapemeniyê bûn û wan nameya hevpar a Behtash Sanaeeha û Maryam Moghaddanê xwend.

Pirsên rojnagerên li salonê piranî li ser wêrekî û serpêhatiya derhêner û lîstikvanan bûn.

"Mixabin ew niha ne li vir in" 

Esmaeel Mehrabi derbarê her du derhêneran de got, “Eger ew bixwe li vê derê ban ez dê gelekî kêfxweş bibûma lê mixabin ew niha ne li vir in.”

Rojnamegerê hevalê her du derhênerên fîlimê Mansûr Cîhanî jî ji Rûdawê re got:

"Berî sê rojan ez bi Behtash Sanaeeha re axivîm û wî got, dilê min şikestiye û ez gelekî xemgîn im û karê min ê normal nayê qebûlkirin."

Serokê 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê Carlo Chatrian jî wiha got:

"Em hewl didin çareseriyekê bibînin. Wekî min got, ji bo destûrê bidin ku Behtash Sanaeeha û Maryam Moghaddan me daxuyaniyek da.

Baweriya me bi azadiya ramanê heye."

Fîlma “Keyke mahboobe man” di çarçoveya festîvalê de ji bo xelata sereke ya Hirça Zêrîn di beşa pêşbirkê de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst