Derhêner Edgar Reitz ji sînemagerên ciwan re: Rêya xwe bişopînin

22-02-2024
Peyam Serbest
Peyam Serbest
Derhêner Edgar Reitz ji sînemagerên ciwan re: Rêya xwe bişopînin
Derhêner Edgar Reitz ji sînemagerên ciwan re: Rêya xwe bişopînin
Nîşan Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê Edgar Reitz
A+ A-

Berlîn (Rûdaw) - 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê li Berlîna paytexta Almanyayê berdewam dike.

Derhênerê navdar ê 91 salî Edgar Reitz ji Rûdawê re behsa giringiya fîlm, sînema û festîvalê kir.

74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê 15ê Sibatê dest pê kir û dê heta 25ê Sibatê berdewam bike.

Di çarçoveya festîvalê de dê nêzikî 200 fîlm bên nîşandan.

Tîma Rûdawê jî vê çalakiya girîng a çandî li cih dişopîne.

Rêvebera Giştî ya Berlînaleyê Mariette Rissenbeekê diyar kiribû ku ew ji ber eleqeya ku ji festîvalê re tê nîşandan kêfxweş in.

Di 74emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Berlinaleyê de, derhêner û nivîskarê Alman Edgar Reitz bi Kameraya Berlînaleyê hat xelatkirin.

Derhênerê navdar ê 91 salî Edgar Reitz bersiva pirsên nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê da.

Rûdaw: Birêz Reitz, ji bo bidestxistina xelatê pîroz dikim. Dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim, îro di 91 saliya xwe de tu ji aliyê Komîteya Kameraman a Festîvala Berlînaleyê ve ku xelateke girîng e tê xelatkirin, ev xelat çi hêviyekê dide te?

Derhêner Edgar Reitz: Belê, ev ne xelata yekem e ku ez distînim. Ez 91 salî me, bê guman, hêvî ji hêla temen ve sînorkirî ye lê tiştê ku ez dikim ew e ku dema ez destpêka salên xwe yên çêkirina fîlman dinêrim ew rûmetek e, kevneşopiyeke xweş e.

Rûdaw: Hûn îsal bi Filmstunde_23yê beşdarî Berlinaleyê dibin ku li ser hunera heftemîn û pîşesaziya sînemayê ya dawiya sala 1996an e. Çi çîrok di polan de hatine perwerdekirin û bûne fîlm?

Derhêner Edgar Reitz: Pir balkêş bû ku ez fêrî wan kesan bikim ku divê li ser berjewendiyên xwe biaxivin. Pêwîst bû wan fêr bikim ku fîlm navgîna ku ew dikarin li ser berjewendiyên xwe bipeyivin. Fîlmsaz heman tiştî dikin û neynikê civakê ne. Ew yek ji mijaran bû.

Ev ji bilî teknîkên ku me fêr dikirin. Me ne tenê hewl dida ku fikrên wan derxînin holê, me ji bo bicihanîna wan hewl dida. Di dawiyê de 26 kurtefîlmên me yên şexsî hebûn û diviyabû her mijar wekî fîlm were tomarkirin.

Rûdaw: Tu derhênerekî mezin î, akademîsyen û mamosteyekî zanîngehê yî, tu dibêjî ku akademîsyenbûn nêrîna derhêneran li ser çawaniya vegotina çîrokan diguherîne?

Derhêner Edgar Reitz: Bi rastî ez dê bi awayekî din bibêjim, derhêneriyê awayê mamostetiya min a li zanîngehê guhert. Encama wê di ezmûna çêkirina fîlman de heye, ev rêya min bû.

Rûdaw: Şîreta te ji bo sînemagerên ciwan ên ku dixwazin wek te bibin yên herî baş çi ye? Tu ji wan re çi dibêjî?

Derhêner Edgar Reitz: Rêya xwe bişopînin û her kes ji dayikbûnê ve xwedî rêya xwe ye û hewce ye ku hûn wê bibînin, dibe ku dîtina wê dijwar be lê ew hewce ye.

Rûdaw: Gelekî spas, em serbilind in ku bi te re ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst