Serokê Komeleya Pêşengên Kurd ji ber bilindkirina Alaya Kurdistanê hat girtin

31-01-2024
Zozan Çetîn
Nîşan Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komeleya Pêşengên Kurd Alî Çeven, ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hat girtin.

Alî Çeven ji ber ku di parvekirina xwe de li pişt xwe Alaya Kurdistanê daniye û behsa Pêşengê Kurd Şêx Seîd kiriye bi hinceta “Propagandeya rêxistina terorê” hat girtin.

Li ser mijarê Parêzerê Alî Çeven Suphî Ozgen ji Rûdawê re got:

"Alî Çeven roja 29ê Kanûna Paşînê ya 2024an hat desteserkirin û wê şevê li qereqolê di bin çavan de ma.

Doh li naçveya Buyukçekmeceyê ya Stenbolê derket pêşberî dozger û bi biryara dadgehê Ali Çeven hat girtin û hêzên ewlehiya ew bir girtîgeha Metrîsê."

Suphî Ozgen da zanîn ku dozger Alaya Kurdistanê wekî alaya PKKyê nîşan daye û Şex Seîd jî wek "terorîst" bi nav kiriye û ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî miwekîlê wî bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê” hatiye girtin.

Suphî Ozgen herwiha da zanîn:

“Min nivîsa yasaya efûyê ya derbarê Şêx Seîd û hevalên wî yên hatine darvekirin û darizandinên Dadgeha Îstiklalê û çapa rojnameya fermî ya ku tê de hatiye weşandin, nîşanî wî dozgerî da ku daxwaza girtina Çeven dikir.

Ew pêşî matmayî ma û dûvre re jî got, Yanî hûn dibêjin Şêx Seîd ne terorîst e?’ Min got ‘Bê guman.’ Wekî hûn dibînin di belgeyên vî welatî yên fermî de jî ev yek heye."

“Wêneyên çend wezîr û berpirsên Tirkiyeyê li ber Alaya Kurdistanê hene”

Parêzer Suphî Ozgen di heman demê de ragihand ku wî ji heyeta dadgehê re gotiye:

“Ew ala hûn wekî ya terorê bi nav dikin Alaya Herêma Kurdistanê ye û ew herêm li bakurê Îraqê herêmeke fermî hatiye qebûlkirin û wêneyên çendîn wezîr û berpirsên Tirkiyeyê li ber wê alayê hene.

Herwiha li wê herêmên ku konsulxaneya Tirkiyeyê heye û li kêleka ala Tirkiyeyê, Alaya Herêma Kurdistanê tê danîn.”

“Divê Alaya Kurdistanê zêdetir bê belavkirin”

Ozgen diyar kir ku ew dê derbarê girtina miwekîlê xwe îtirazê pêşkêşî dadgehê bike.

Ozgen herwiha tekez kir ku divê Alaya Kurdistanê zêdetir bê belavkirin, ji ber bi vekirina dozên wiha dixwazin çavê Kurdan bitirsînin.

Alî Çeven xelkê parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê ye û salên 90î dema bi sedan gundên Bakurê Kurdistanê hatin valakirin hatiye dinê.

Li zanîngehê beşa dîrokê qedandiye.

Herwiha dersa olî ya medreseyê hem li Tikriyeyê û hem jî li Misirê xwendiye.

Di van çend mehên dawî de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî yên derbarê nirxên Kurdan bîner û şopînerên wî zêde bûn.

Ew yek ji damezrênerê Komeleya Pêşengên Kurd e û niha serokê wê komeleyê ye.

Komeleya Pêşengên Kurd Hezîrana 2023yan li Konyayê hat damezrandin û niha veguhestine Esenyurta Stenbolê.

Wekî rêziknameya komeleyê jî wan bi 7 xalan armancên xwe eşkere kirin.

Armanca sereke jî xebatên akademîk ên derbarê dîrok, cografya û neteweya Kurd in.

Ew dibêjin ji ber ku dixwazin pêşengên Kurdan bidin nasandin wan navê komeleya xwe kiriye Komeleya Pêşengên Kurd.

Di vê dema dawî de li ser medyaya civakî parvekirinên Alî Çeven bûn armanca êrişên nijadperestên Tirk ên wekî Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst