CHP hewl dide di hilbijartinan de bi ÎYÎ Partiyê re hevkariyê bike

30-11-2023
RÛDAW
Nîşan CHP ÎYÎ Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê û Seroka ÎYÎ Partiyê civiyan û hevpeymaniya ji bo hilbijartinên şaredariyan gotûbêj kirin.

Şandeyeke Partiya Gel a Komarî (CHP) bi serokatiya Ozgur Ozel çû Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê û bi Seroka wê partiyê Meral Akşenerê û berpirsên wê partiyê re civiya.

Rojeva sereke ya her du partiyan hevpeymaniya di hilbijartinên şaredariyan de bû ku biryar e di 31ê Adara 2024an de were lidarxistin.

Piştî civînê Serokê CHPyê Ozgur Ozel û Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de Serokê CHPyê Ozgur Ozel ragihand ku ew dikarin di hilbijartinên şaredariyan de hevkariyê bikin û got:

“Biryara wan a bi berbijêrên xwe biçin hilbijartinên şaredariyan heye. Me jî ragihand ku em rêzê li wê biryarê digirin û ji pêşniyareke şênber zêdetir, hilbijartinên herêmî nermtir in, hevkarî dikare bê kirin.

Me jî pirsî ka ew dê wê biryarê careke din di Desteya Rêveberiyê de binirxînin yan na. Birêz Serokê bersivek da me.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê jî ragihand ku biryara wan a ku li 81 parêzgehan berbijêrê xwe destnîşan bikin heye û got:

“Birêz Ozel pirsî, em dê careke din vê biryara xwe bibin Desteya Rêveberiya Giştî yan na. Roja duşemê em dê wê mijarê careke din bibin Desteya Rêveberiya Giştî û encamê eşkere bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst