ÎYÎ Partî ji Hevpeymaniya Millet cûda bû

02-06-2023
RÛDAW
Nîşan ÎYÎ Partî Tirkiye Hevpeymaniya Millet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê ÎYÎ Partî ji hevpeymaniya Millet cuda bû û Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) û Partiya Pêşerojê hewil didin grûbek  hevbeş li Parlamentoyê çêbikin.

Partiyên Hevpeymaniya Millet dest bi diyarkirina nexşerêya xwe ya piştî hilbijartinan kirine û ew hevpeymaniya han hêdî hêdî ji hev belav dibe.

Piştî têkçûna di hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê yên parlamenterî û Serokkomariyê de, yekem pênagava cûdabûnê di nav Hevpeymaniya Millet de ji ÎYÎ Partiyê hat.

ÎYÎ Partiyê ragihand ku Hevpeymaniya Millet tenê hevpeymaniyeke hilbijartinan bû û niha ew ji wê hevpeyvmaniyê vedikişin.

Li gor daxuyaniyên berpirsên ÎYÎ Partiyê, biryara piştevanîkirina ÎYÎ Partiyê di hilbijartinên xwecihî yên sala 2024an de bo berbijêrên CHPê yên şaredariyê jî dê di komcivîna asayî ya 24 û 25ê Hezîranê de ji aliyê rêveberiya nû ya ÎYÎ Partiyê ve bê dayîn.

Li aliyê din, parlamenterên Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA), Partiya Pêşerojê, Partiya Saadetê û Partiya Demokrat ku li ser lîsteyên Partiya Gel a Komarî (CHP) hatibûn hilbijartin ji CHPê cûda bûn.

Li gor medyaya Tirkiyê ji bilî Partiya Demokrat partiyên din ên siyasî yên Hevpeymaniya Millet ji bo ku li Parlamentoya Tirkiyê grûpeke nû ava bikin dest bi civîn û gotûbêjan kirine.

Li gor agahiyan, Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê (DEVA) ku Alî Babacan serokatiya wê dike û Partiya Pêşerojê ku Ahmet Davutoglu serokatiya wê dike nêzîk in ku bi hev re grûpeke hevbeş li parlamentoyê ava bikin û ji bo vê yekê di nav hewildanan de ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst