ÎYÎ Partiyê daxwaza Serokê CHPyê red kir

05-12-2023
RÛDAW
Civîna ÎYÎ Partiyê/Wêne: AA
Civîna ÎYÎ Partiyê/Wêne: AA
Nîşan CHP ÎYÎ Partî HEDEP Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HEDEP û ÎYÎ Partiya ku piştevanên herî mezin ên CHPyê bûn biryar dan ku bi tena serê xwe beşdarî hilbijartinên şaredariyan yên sala 2024an bibin.

Partiyên li Tirkiyeyê amadekariya hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara sala 2024an dikin.

Ber bi hilbijartinê ve berdevka HEDEPê Ayşegul Doganê daxuyanî da û stratejiya partiya xwe ya hilbijartinê eşkere kir:

Ayşegul Doganê got, “Em dê li hemû deverên Tirkiyeyê bi berbijêrên xwe bikevin hilbijartinên herêmî.”

Berdevkê CHPyê Denîz Yucel li ser daxuyaniya HEDEPê û derbarê nîqaşên hevhengiya bi HEDEPê re got:

“Ev mijar di civîna encûmena me ya Rêveberiya Navendî de nebû û di encûmena partiyê de jî nehatiye axaftin.

Eger pêdivî bi bersivê hebe jî dê serokê me yê giştî di civîna me ya komê de bersiv bide.”

Şandeyeke Partiya Gel a Komarî (CHP) bi serokatiya Ozgur Ozel çû Navenda Giştî ya ÎYÎ Partiyê û bi Seroka wê partiyê Meral Akşenerê û berpirsên wê partiyê re civiya.

Ogur Ozal bi armanca parastina destkeftiyên partiya xwe, ji bo hilbijartinên şaredariyê yên sala 2024an ji ÎYÎ Partiyê daxwaza hevhengiyê kiribû.

“Em dê rêzê li biryara wan bigirin”

Serokê CHPyê Ozgur Ozal got:

“Me hevdîtinek baş kir. Desteya Îdareya Giştî ya ÎYÎ Partiyê dê biryarekê bide û bi me re parve bikin.

Biryara wan çi be jî em dê rêz bigirin lê hêviya me ew e ku bersiveke erênî bidin.”

Ji ÎYÎ Partiyê biyara neyînî hat

ÎYÎ Partiyê roja duşemê daxwaza CHPyê nîqaş kir.

Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener piştî civînê pirsên rojnamevanan bersivan û got, “Me biryara nerênî daye.”

Herwiha berdevkê ÎYÎ Partiyê Kurşad Zorlu got:

“Di encama dengdanê de Desteya me ya Îdareya Giştî biryar da ku ÎYÎ Partiya me bi awayekî azad û serbixwe beşdarî hilbijartinên xwecihî yên 2024an bibe.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha HEDEP berdewamiya wê ye û ÎYÎ Partî, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li bajarên mezin ên Tirkiyeyê li hemberî AK Partiyê piştîvanên sereke yên CHPyê bûn.

CHPyê jî karî bi wê piştîvaniyê di serî de şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Enqere, Antalya, Edene û Mersînê û şaredariyên çend bajarên din ji dest AK Partiê derbixe.

Bi gotineke din ji bo hilbijartinên bên niha hem ji mizgeftê û hem jî ji dêrê bûye û çav li daxuyanî, peyam û stratejiyên nû yên Serokê CHPyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst