Serokê CHPyê li ser biryara ÎYÎ Partiyê: Dostê berê nabe dijmin

05-12-2023
RÛDAW
Nîşan CHP ÎYÎ Partî Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Gel a Komarî Ozgur Ozel li ser biryara dawî ya ÎYÎ Partiyê ya derbarê hilbijartinên xwecihî  got, “Dostê berê nabe dijmin.”

Hevpeymaniya CHPyê ya ligel ÎYÎ Partiyê piştî têkçûna hilbijartinên gulana îsal nemaye.

ÎYÎ Partiyê piştî têkçûna hilbijartinên gulana îsal biryar daye li 81  parêzgehan bi berbijêrên xwe bikeve hilbijartinan.

Serokê nû yê CHPyê Ozgûr Ozel ji bo ku destkeftên partiya xwe yên sala 2019an di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an de biparêze bi berpirsên ÎYÎ Partiyê re hevdîtin kir.

 Ozgur Ozel ji Seroka ÎYÎ Partiyê daxwaz kiribû ku ew biryara xwe careke din di ber çavan re derbas bikin û di hilbijartinên bê de jî li hinek bajaran tifaqê bikin.

Akşenerê pêşniyara Ozel roja Dûşemê pêşkêşî Desteya Îdareya Giştî ya partiya xwe kir lê ew pêşniyar ji aliyê endamên desteyê ve hat redkirin.

Serokê CHPyê îro di civîna grûba partiya xwe de derbarê biryara dawî ya ÎYÎ Partiyê axivî.

Ozel ragihand ku ew rêzê li biryara ÎYÎ Partiyê digirin û got:

“Em dê ji niha û şûnde hewlên xwe yên hevpeymaniyê di nav dengderan de berbelav bikin.

Ez bang li hemû miletê me dikim ku li dijî rant û talanê di bin banê şaredariyên gel de bibin yek.”

Serokê CHPyê herwiha got:

“Dengderên ÎYÎ partiyê bi rastî mirovên baş in. Ji Ataturk, welat û ala xwe hez dikin. Wate mirovên wekî me û we ne.

Min  destpêkê jî gotibû em rêzê li her biryarên ku bên wergirtin digirin. Em bi heman awayî vê rêza xwe diparêzin.

Ez ji hemû rêxistinên me û kesên me yên hilbijartî re dibêjim dostê berê nabe dijmin. Qet wiha nefikirin ku ji ber biryara Îdareya Desteya  Giştî di navbera me û ÎYÎ Partiyê de pirsgirêk hene.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha HEDEP berdewamiya wê ye û ÎYÎ Partî, di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an de li bajarên mezin ên Tirkiyeyê li hemberî AK Partiyê piştîvanên sereke yên CHPyê bûn.

CHP jî karî bi wê piştîvaniyê di serî de şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol, Enqere, Antalya, Edene û Mersînê û şaredariyên çend bajarên din ji dest AK Partiyê derbixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst