Pervîn Buldan: Em dê dîsa herin Îmraliyê

29-12-2024
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan Îmrali Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê piştî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re got, "Em dê piştî sersalê ji partiyên siyasî randevû bixwazin."

Her wiha Buldanê diyar kir ku piştî hevdîtina bi partiyan re ew dê dîsa herin Îmraliyê.

Parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ji bo hevdîtina bi rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re doh çûbûn Girava Îmraliyê.

Pervîn Buldan li ser mijarê ji Serbestiyetê re axivî û got ku hevdîtina bi Ocalan re "Gelekî erênî û baş" derbas bûye.

"Ahmet Turk jî dê beşdar bibe"

Her wiha Buldanê li ser hevdîtinê got, "Em dê bi partiyên li parlamentoyê re hevdîtin bikin, em dê ji her kesî randevû bixwazin.

Em dê hevdîtinên xwe di asta serokên giştî de bikin. Em dê van hevdîtinan dîsa bi Sirri Sureyya Onder re bikin lê bi îhtîmaleke mezin Ahmet Turk jî dê beşdarî heyeta me bibe.

Em dê piştî sersalê dest pê bikin ji partiyan randevû bixwazin."

Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldanê li ser helwesta partiyan jî wiha got:

"Eger aştî û demokrasî tê xwestin dem hatiye ku divê her kes destê xwe têxe bin kevir.

Divê her kes tevkariyê bike. 2015 ji her kesî re bû ders. Divê em demeke din jî winda nekin.

Divê em hemû ji wê pêvajoyê ders derxin. Divê em vê heyamê baş bi kar bînin. Helbet ez van bi perspektîfa muxalefetê dibêjim.

Ez derbarê astiyê her tim bi hêvî me. Teqez dê aştî were van axan lê bi ya min em di demekê de ne ku em herî nêzikî aştiyê ne.

Me li Îmraliyê hevdîtineke pir erênî û baş kir. Belê, ev dem dema aştî û demokrasiyê ye"

"Banga çekdanînê ne diyar e"

Buldan her wiha diyar kir ku heta niha dîrokek diyar nîne ku Abdullah Ocalan kengî bangî PKKyê bike ku çekan deyne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst