Civîna DEM Partî û Yenîden Refahê: Em gihîştin dawiya maratonê

23 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Partiya Yenîden Refahê Îmrali Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan bi dawî hat.

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe didomîne.

Di vê çaroveyê de şandeya ku ji Pervîn Buldan, Ahmet Turk û Sirri Sureyya Onder pêk tê çû serdana Partiya Yenîden Refahê

Di nav şandeya Partiya Yenîden Refahê de ji bilî Serokê Yenîden Refahê Fatîh Erbakan, Wekîlê Serokê Giştî Sacît Gunbey,alîkarên Serokê Giştî yê Yenîden Refafê Suat Kiliç jî cih girt.

Piştî hevdîtinê daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar hate dayîn.

Fatîh Erbakan ragihand ku Şandeya DEM Partiyê wekî partiyên din ên siyasî serdana wan jî kiriye û derbarê pêvajoya çareseriyê de zanyarî dane wan.

Fatîh Erbakan diyar ku wan di civînê de têbînî û nîgeraniyên xwe yên li ser pêvajoyê anîne ziman û got:

"Em ji ber vê serdanê spasiya wan dikin. Zanyariyên xwe yên derbarê pêvajoyê de û nerînên xwe bi me re parvekirin.

Bersiva pirsên me yên derbarê pêvajoyê de dan. Herwiha bersiva hinek pirsên derbarê nîgeraniyên me yên li ser pêvajoyê dan.

Ez dixwazim tenê niha van tiştan bibêjim. Înşallah ev yek bibe sedema encamên xêrê."

Sirri Sureyya Onder jî ji ber pêşwaziya wan spasiya Serokê Yenîden Refahê û şanda wê kir û got:

"Me pêşniyarên wan wergirtin. Me guh dan mijarên ku wan têbînî li ser hebûn.

Me yên ku em bikarin ji wan re bibin bersiv, bersivandin. Hevdîtineke têrûtije bû. Em gihîştin dawiya vê maratonê jî."

Onder her wiha ragihand ku ew dê piştre derbarê pêvajoyê de daxuyaniyeke berfireh bidin çapemeniyê û dîroka serdaneke din a wan a ji bo Girva Îmraliyê hê jî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst