Li Enqereyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

29-04-2024
Nîşan Enqere Pevçûn Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Altindagê ya Enqereyê di pevçûna bi çekan de kesek hat kuştin û 2 kes jî hatin birîndarkirin.

Li gorî agahiyan, li Taxa Ornekê di navbera endamên du malbatan de nîqaşek çêbû û ew paşê bi çekan pev çûn.

Di vê pevçûnê de Serkan Mahmutoglu, Mahîr B. û Haydar B. birîndar bûn lê Serkan Mahmutoglu li nexweşxaneyê mir.

Endamên her du malbatan piştî pevçûnê li ber nexweşxaneyê civiyan lê polîsan ew ji wê derê dûr kirin û çend kes desteser kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst