Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir: Gelek leşkerên kuştî û birîndar hene

25-10-2023
Nîşan Îsraîl Sûriye Êriş Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Hikûmeta Sûriyeyê ragihand ku artêşa Îsraîlê, li Deraayê êrişî hêzên wan kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, êriş şeva borî saet 01:45an pêk hatiye.

Di vê êrişa esmanî ya li Deraayê de 8 leşkerên artêşa Sûriyeyê hatine kuştin û 7 leşker jî birîndar bûne.

Vê erişê herwiha ziyanên madî jî gihandine parêzgeha Deraayê.

Li aliyê din, Îsraîlê vê mehê 3 caran balafirgehên Şam û Helebê bombebaran kirin.

Di van bombebaranan li balafirgehan ziyanên madî çêbûn.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ragihand ku di vê êrişê de 11 leşker hatine kuştin, 10 leşker jî birîndar bûne.

SOHRê destnîşan kir ku 4 ji leşkerên kuştî fermandar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst