MÊRDÎN – Du malbat li kolanê bi hev ketin: Kuştiyek, du birîndar

08-01-2024
Nîşan Mêrdîn Pevçûn Kuştî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li nahiyeya Qubalayê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê du malbat li kolanê bi çekan bi hev ketin.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûn. Birîndarê bi navê Ahmet Acar li nexweşxaneyê mir.

Li gorî nûçeya DHAyê, 9ê Çiriya Peşîna 2023yan di pevçûne bi çekan de Faysal Duva hatibû kuştin.

Ji ber vê bûyerê li nahiyeya Qubalayê di navbera du malbatan de nîqaş derket û her du aliyan gule li hev reşandin.

Ahmet Acar, A.D. û M.D. di vê pevçûnê de bi guleyan birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê piştî midaxeleya ewil birîndar veguhastin nexweşxaneyê.

Ahmet Acarê ku birînên wî xedar bûn veguhastin nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Merdînê lê Acar vê sibehê canê xwe ji dest da.

Tedawiya birîndarên bi navên A.D. û M.D. jî berdewam dike.

Li aliyê din, 3 gumanbar hatin desteserkirin û karên wergirtina îfadeyên wan berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst