Hewlêr (Rûdaw) - Saîd Zambakê ku di 22 saliya xwe de hatibû girtin di 52 saliya xwe de ji girtîgehê derket.
Saîd Zambak sala 1995an li Balikesîrê dema 22 salî bû hat desteserkirin û pişt re hêzên ewlehiyê ew bir Erziromê û hat girtin.
Zambak ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xerakirina yekîtiya dewletê” bi cezayê heta hetayê hatibû cezakirin.
Saîd Zambak, piştî 30 salî ji girtîgehê hat berdan.
Zambak ji Girtîgeha Tîpa Tya Girtî ya Şakrana Îzmîrê derket û malbata wî, Komeleya Alîkarî û Piştgiriya Girtî û Desteserkiriyên Egeyê (EGETUHAYDER) û berpirsên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ew pêşwazî kirin.
"Serbilind û serfiraz im"
MAyê ragihand ku Zambak piştî ku ji girtîgehê derket daxuyaniyeke kurt da û got:
“Piştî 30 salan hatim berdan. Vegotina vê hestê zor e. Ruhê mirovên ji jiyanê hez dikin û têkoşeran, her tim ciwan dibe.
30 sal ên min ên di girtîgehê de bi têkoşînê derbas bûn.
Lewma serbilind û serfiraz im. Hestên pir cuda dijîm. Rewşa hevalên min ên li hundir jî baş e, li ber xwe didin.”
Saîd Zambak bi malbata xwe re ber bi navçeya Sokeyê ya parêzgeha Aydinê ve bi rê ket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse