Hewlêr (Rûdaw) - AK Partiyê 9 partî vexwendin kongera xwe lê DEM Partî di nav wan de nîne.
AK Partî 23yê Sibatê li Enqereyê Kongreya 8emîn a Mezin a Asayî saz dike û ji bo kongreyê 9 partiyên siyasî hatin vexwendin.
Di nav partiyên ku hatine vexwendin de partiya herî mezin a sêyemîn a parlamentoyê (DEM Partî) nîne.
Alîkarê Serokê AK Partiyê Erkan Kandemîr derbarê amadehiyên kongreyê li navenda partiyê civîneke medyayê li dar xist û ragihand ku dê ji 100 hezarî zêdetir kes beşdarî kongreyê bibin.
Li gorî agahiyên ku Kandemîr danê, wan Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Çep a Demokratîk (DSP), Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), HUDA PAR, ÎYÎ Partî, Partiya Vatanê, Partiya Yenîden Refahê û Partiya Saadetê vexwendine kongreyê.
Her wiha dê nûner û balyozên 88 welatan û ji 13 welatan nûnerên 28 partiyan beşdarî kongreyê bibin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse