Li Îzmîrê 6 koçber xeniqîn

19-02-2025
RÛDAW
Nîşan Koçber Xeniqîn Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Selçukê ya parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 6 koçber ji belemeke plastîk ketin deryayê û xeniqîn.

Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan hat agahdarkirin ku li navçeya Selçukê ya hinek koçberên ku dixwest bi belemeke plastîk derbasî Yunanistanê bibin ji belemê ketine nav deryayê.

Li ser agahdarkirinê tîmên Fermandariya Ewlehiyê ya Peravan çûn cihê bûyerê û di nav deryayê de dest bi xebatên lêgerînê kir.

Di encama xebatan de termê 6 koçberan di nav deryayê de hatin dîtin ku 3 ji wan zarok in.

Heta niha nayê zanîn ew koçberên ji kîjan welatî ne.

Tîmên tenduristiyê termê wan ji bo karûbarên destnîşankirina nasnameyê birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kuşadasiyê.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê organîzatorekî qaçaxçîtiya koçberan hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst